Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê mijara mûçeyên malnişînan careke din di rojevê de ye.
Herî dawî di dema çalakiyan de malnişînekî dawî li jiyana xwe anî.
Sendîkaya malnişînan dibêje mûçeyê ku ew distînin têra debarê nake.
Di demekê de ku sînorê birçîbûnê 38 hezar lîre ye, malnişîn 23 hezar û 500 lîreyan distînin.
Sendîkayên malnişînan ji Serokkomarê Tirkiyeyê û hikûmetê dixwazin ku sozên xwe bi cih bînin.
Bi gotina malnişînan, hikûmetê di dema hilbijartinan de soza başkirina mûçeyan daye lê li ser soza xwe nesekiniye.
"Xwekuştina hevalê me nîşan dide ku em di çi rewşê de ne"
Malnişîn Arîf Yildiz li ser rewşa xwe axivî û got:
“Em gelekî bi hêrs in û em gelekî aciz in. Em rewşa niha ya malnişînan qebûl nakin.
Rewşa jiyanê û debar gelekî zehmet e. Herî dawî hevalekî me neçar ma û dawî li jiyana xwe anî.
Ez jî li wê derê bûm. Dilê me gelekî diêşe. Xwekuştina hevalê me nîşan dide ku em di çi rewşê de ne.”
Malnişîn Zafer Erdem jî diyar kir ku ew dê dest ji mafên xwe bernedin û wiha axivî:
“Em wekî sendîkaya malnişînan li seranserê Tirkiyeyê di çalakiyan de ne.
Li 81 parêzgehan, li her derê ku rêxistina me heye, em dê dengê xwe bilind bikin.”
"Mûçeyê malnişînekî diviya 50 hezar lîre bûya"
Li gorî amarên fermî, li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê 17 milyon malnişîn hene û beşeke zêde ya malnişînan 23 hezar û 500 lîreyî wekî meaş distînin.
Berpirsekî sendîkaya malnişînan jî dibêje, eger hikûmetê soza xwe bi cih anîba dê niha mûçeyê herî kêm ê malnişînekî 50 hezar lîre bûya.
Berdevkê Sendîkaya Malnişînan Adem Çîftçî anî zimên:
“17 milyon malnişîn hene û ji sedî 60ê malnişînan tenê derdora 23 hezar lîreyî distînin.
Bi 23 hezar lîreyan dê malnişîn her dem birçî bimînin û dê rewş her dem wisa xirab be. 23 hezar lîre êdî têra kirêyekê jî nakin.”
Herî dawî 27ê mehê di dema çalakiya malnişînan de, malnişînê bi navê Alî Şekeroglu dawî li jiyana xwe anî.
Malnişînên din li ser vê bûyera xemgîn dibêjin, “Hevalê me ne ji bo meaş û pereyan, wî ji bo rûmeta xwe dawî li jiyana xwe aniye.”


