Enqere (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê piştî bêhnvedana 51 rojan bi merasîmekê dest bi serdema nû ya yasadanînê kir.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî beşdarî merasîma vekirina serdema 28emîn a parlamentoyê bû.
Di serdema nû de li gel amadekirina destûra nû û pakêta 13emîn a çaksaziyên dadweriyê, avakirina komîteyeke taybet a ji bo şopandina pêvajoya aştiyê jî di rojevê de ye.
"Em gihîştin lihevkirineke berfireh"
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe de bal kişand ser rola parlamentoyê ya di pêvajoya aştiyê de û da zanîn ku dê di serdema nû de komîteyeke taybet ji bo vê mijarê were avakirin.
Numan Kurtulmuş li ser vê mijarê got:
"Ez careke din spasiya partiyên me yên siyasî dikim ku di dîroka vê parlamentoyê de cara yekem em gihîştine lihevkirineke berfireh.
Parlamenterên me bi berpirsiyariyeke siyasî li ser navê dengderên xwe behsa vê yasayê kir."
Pêdiviya bi destûreke nû û nêrîna mixalefetê
Di serdema nû ya yasadanînê de li gel derxistina yasayên pêwîst ên ji bo pêvajoya aştiyê, mijareke din a sereke ya li ber destê parlamentoyê amadekirina destûreke nû ye.
Her çend hema bêje hemû partiyên li parlamentoyê behsa pêwîstiya destûreke nû dikin jî mixalefet destnîşan dike ku bi vê desthilatê re gotûbêjeke cidî ya li ser destûreke demokratîk pêk nayê.
Parlamenterê CHPyê Orhan Saribal li ser amadekirina destûra nû anî zimên:
"Eger destûreke nû were çêkirin, divê 86 milyon welatiyên me li xwe bigire. Divê mijar ji bo raya giştî bi zelalî were vegotin, sazî û rêxistinên sivîl, hiqûqnas û hemû aliyên pêwendîdar beşdar bibin û nêrîna wan were wergirtin.
Nabe ku bibêjin me destûrek çêkir, 3 rojan bixwînin û roja pêncan pesend bikin. Destûr bi vî awayî nayê çêkirin."
Karên pêşî yên li pêşiya parlamentoyê
Di destpêka vê serdemê de karên sereke yên li pêşiya Parlamentoya Tirkiyeyê budceya sala 2027an, pakêta 13emîn a çaksaziyên dadweriyê û avakirina komîteya pêvajoya aştiyê ne.
Parlamentoya Tirkiyeyê dê yekem civîna xwe ya asayî 6ê vê mehê li dar bixe.



