Stenbol (Rûdaw) - Di duyemîn salvegera pêvajoya aştî û çareseriyê de, Kurdên li Stenbolê hêvî û bendewariyên xwe ji Rûdawê re anîn zimên.
Kurdên ku li Stenbolê dijîn destnîşan dikin ku divê di serî de Selahattîn Demîrtaş hemû girtiyên siyasî bên berdan, sîstema qeyûman bê rakirin û hemû mafên rewa yên Kurdan bên naskirin.
Her wiha civaka Kurd a li Stenbolê li bendê ye ku bi vebûna Parlamentoya Tirkiyeyê re mekanîzma û komîteyên pêwîst dest bi xebatê bikin da ku pêvajo bi lez bi pêş ve biçe.
"Heta girtî neyên berdan ev kar naçe serî"
Welatiyê 72 salî yê ji Amedê Hecî Hesen Tunç li ser rewşa heyî nêrînên xwe anîn zimên û got:
"Ev çend sal in dewlet diçe û tê; geh xêzekê li vir dixe, geh li wir dixe lê tiştek nayê ser hev.
Armanca me ew e ku ev xwîn bisekine û welatê me xweş bibe. Divê dewlet girtiyên siyasî berde.
Ku bibêjin çêbû jî çênabe. Bi Xwedê heta Serok neyê berdan, heta Silhedîn neyê berdan ev îş çênabe.”
Daxwaza perwerdeya bi Kurdî û rakirina qeyûman
Xebatkarê ciwan Îdrîs Agirman jî bal kişand ser mafê ziman û desteserkirina îradeya şaredariyan û got:
“Divê di serî de em Kurd karibin êdî bi zimanê xwe bi awayekî azad biaxivin. Divê îro li dibistanên dewletê bi zimanê me jî perwerde bê dayîn.
Zarokên me karibin bi zimanê xwe dersan bibînin. Îro hîn jî li gelek şaredariyan qeyûm hene, heta li ser şaredariyên CHPyê jî hene.
Ahmet Turk divê ji zû de li wezîfeya xwe bihata vegerandin lê hîn jî nehatiye vegerandin.”
“Heta Silhedîn bernedin…”
Erdalê ji Sêrtê jî daxwaza rakirina qeyûman kir û got:
"Heta Silhedîn Demîrtaş ji bo gele Kurd bernedin baweriya min bi pêvajoyê nayê.
Heke ew û ekîba wî neyê berdan naxwe ev pêvajo pêvajoya xapandinê ye. Divê êdî qeyûm jî bên rakirin û zimanê me jî bê dayîn."
"Divê xwîn bisekine û dayîkên me negirîn"
Mele Salih Taşê ji Sêrtê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo pêvajoyê wiha anî zimên:
"Em ji pêvajoya çareseriyê gelekî memnûn in. Em kêfxweş in ku aştî û çareserî çêbibe. Ger bi rastî jî çêbikin em ê dilxweş bin.
Divê êdî xwîn bisekine, dayikên me negirîn. Merivên me yên li heps û zindanan divê bêne berdan."
“Dewlet hinekî nerm bûye”
Sedredîn Karakayayê ji Çewlîgê jî destnîşan kir ku hêviya wî heye û got:
"Heta niha mafên Kurdan dihatin xwarin. Di vê pêvajoyê de eger mafên Kurdan bidin dê pir baş bibe.
2 sal derbas bûn, dewlet êdî wekî berê nîne û hinekî nerm bûye, loma hêviya me heye."



