Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re civiyan.
Endamên Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bi Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz re hevdîtinek pêk anî ku nêzîkî demjimêrekê berdewam kir.
Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de xebatên her du civînên Desteya Şopandin û Nirxandinê û her çar komîteyên jêrîn ên ku hatine avakirin hatine gotûbêjkirin.
Her wiha Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê di hevdîtinê de li ser xebatên desteyê agahî wergirtin û di çarçoveya pêvajoyê de nêrîn û pêşniyarên xwe gihandin Yilmaz.



