Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Saimbeyliyê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,8 pileyan çêbû.
Li gorî agahiyên destpêkê yên Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej saet 14:19an rû daye.
AFADê eşkere kir ku kûrahiya erdhejê 7,99 kîlometre ye.
Erdheja ku navenda wê Saimbeylî bû, li Mêrsîn, Dîlok, Kilîs û Osmaniyeyê jî hat hîskirin.
Piştî erdheja yekem, li Edeneyê saet 14:36an erdhejeke din a bi hêza 4,9 pileyan çêbû.
Li aliyê din, li parêzgeha Osmaniyeyê jî erdhejek çêbû.
Navenda erdheja Osmaniyeyê navçeya Sumbasê bû û hêza wê 5,2 pile bû.



