Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê cara yekem di bin sîwana Navenda Perwerdeya Gel de kursa zimanê Kurdî hat vekirin.
Di koma yekem a 35 kesî de piraniya kursiyeran ji mamosteyan pêk tê. Serokê Tevgera Zimanê Kurdî (HEZKURD) Parêzer Suphî Ozgen bangî her kesê ku dixwaze Kurdî hîn bibe an jî zimanê xwe bi pêş bixe kir ku serî li Navendên Perwerdeya Gel bidin.
Li Guneydogu Ekspresê li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, di bin sîwana Navenda Perwerdeya Gel a girêdayî Wezareta Perwerdeya Tirkiyeyê (MEB) de, cara yekem kursa Kurdî dest pê kir.
Ev kurs bi armanca hînbûn û bipêşxistina zimanê Kurdî hatiye vekirin û di koma yekem de 35 kes beşdar bûne ku beşeke mezin ji wan mamoste ne.
Di koma yekem de piranî mamoste ne
Dersên Kurdî li Navenda Çandê ya Erdexanê tên dayîn. Beşek ji kursiyerên mamoste yên di koma yekem de diyar kir ku wan ji bo bipêşxistina asta zimanî xwe tomar kiriye.
Hinek kursiyerên mamoste jî destnîşan kir ku heta mamosteyên pispor û bikadro li dibistanan werin erkdarkirin, ji bo ku karibin tevlî dersên vebijarkî yên Kurdî bibin û sertîfîkaya fermî bigirin, navên xwe nivîsandine.
Mamostetiya vê kursê, Sosin Ayşegul Tapanciya ku derçûya Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Muşê ye, girtiye ser xwe.
Dersên kursê rojên sêşem û îniyê di navbera demjimêr 18:30 û 20:30an de tên dayîn.
Ji bo koma ku ji 35 kesan pêk tê, xebat tên kirin ku di dawiya hefteyê de komeke nû jî were vekirin.
"Her kesê ku dixwaze hînî Kurdî bibe dikare serî lê bide"
Serokê HEZKURDê Parêzer Suphî Ozgen da zanîn ku ev kurs ne tenê ji bo mamosteyan lê ji bo her kesê ku dixwaze hînî Kurdî bibe an jî asta zimanê xwe bilind bike derfeteke pir girîng e.
Ozgen bangî derçûyên beşên Ziman û Wêjeya Kurdî kir ku li navçeyên xwe di ser pergala "e-Yaygin" re serî li Navendên Perwerdeya Gel bidin da ku wekî hîndekar (mamoste) peywirê bigirin.
Suphî Ozgen her wiha diyar kir ku ev kurs bêpere ne û ji bo kesên ku kursê bi awayekî serkeftî bi dawî dikin sertîfîkaya fermî ya wezaretê tê dayîn.
"Ev model dikare li seranserê Tirkiyeyê belav bibe"
Serokê HEZKURDê bang kir ku kursên wiha li bajarên dîtir jî bên vekirin.
Ozgen anî ziman ku eger serlêdan hebin û hejmara xwendekaran bigihîje asta pêwîst, li her derê kursên Kurdî dikarin bên vekirin.
Ew dê qonax û rêbazên serlêdanê bi daxuyaniyeke nivîskî bi awayekî berfireh bi raya giştî re parve bikin.
Ozgen wekî gotina dawî destnîşan kir ku ev kurs li Stenbolê yekem kursa Kurdî ya di bin sîwana Navenda Perwerdeya Gel de ye, gaveke dîrokî û girîng e û daxwaz kir ku ev model li bajarên din ên Tirkiyeyê jî were sepandin.



