Hewlêr (Rûdaw) - Tuncer Bakirhan biryara Partiya NÛyê ya nedayîna endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya li Parlamentoyê rexne kir û bang kir ku ev biryar di ber çavan re bê derbaskirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan got:
“Tiştê ku divê Partiya NÛ bike ne mana li derveyî vî karî ye, berovajî wê ew e ku di nav de be, bandorê lê bike û wekî aktoreke bingehîn wê araste bike.”
Bakirhan di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Ked, Aştî û Edaletê Budce” de li Mêrsînê bi nûnerên saziyên civaka sivîl civiya.
Bakirhan di civînê de li ser pêvajoya çareseriyê nirxandinên xwe kir û biryara Partiya NÛyê ya nedayîna endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya li Parlamentoyê rexne kir.
“Menzîla pêvajoyê demokrasî û welatîbûna wekhev e”
Bakirhan diyar kir ku pêvajoya aştiyê ne tenê ji bêdengbûna çekan pêk tê û got ku divê armanca dawî ya pêvajoyê demokrasî û welatîbûna wekhev be.
Bakirhan wiha axivî:
“Fînala pêvajoya aştiyê demokrasî û welatîbûna wekhev e. Bi awayekî zelal dibêjim: Menzîla pêvajoyê ne tenê aştî ye.
Ew pêvajoyek e ku menzîla wê demokrasî û welatîbûna wekhev e û zemîneke ku hemû bawerî, ol, nasname û çîn bi awayekî wekhev tê de bijîn dike armanc.
Em bi gotina van tiştan li ser wê maseyê rûniştin û em hîn jî dibêjin. Heta ku em demokrasî û welatîbûna wekhev dabîn bikin, em dê vê têkoşînê bidomînin.”
Tuncer Bakirhan tekez kir ku nabe pêvajo cuda bê şîrovekirin û da zanîn ku ew nirxandinên ku dibêjin dê Kurd li ser maseya dan û standinan bên xapandin yan jî bibin amûrên siyaseteke din şaş in.
“Bi mana li derveyî pêvajoya aştiyê demokrasî nayê”
Bakirhan ragihandina hinek derdorên siyasî ya ku dibêjin ew dê di pêvajoya aştiyê de cih negirin rexne kir û got ku ev helwest dê beşdariyê di têkoşîna demokrasiyê de neke.
Bakirhan bêyî ku nav bide, ev pirs arasteyî aktorên siyasî yên ku xwe dûrî pêvajoyê digirin kir:
“Gelo têkoşîna demokrasiyê di bin siya çekan de mezin dibe yan li ser zemîneke ku mirov tê de namirin û siya çekan ji holê radibe mezin dibe?”
Bakirhan diyar kir ku siyaseta şaş encamên rast dernaxe û gotM
“Bi cihnegirtina di nava pêvajoya aştiyê de demokrasî nayê û têkoşîneke bibandor a demokrasiyê nayê dayîn.
Di pêvajoyekê de ku Kurd bi israr dibêjin aştî, bi gotina 'Ez nînim' em nagihîjin ti derê. Em tenê hêvî, bendewarî û xeyalên bi milyonan mirovan vala derdixin.”
Banga ji bo Partiya NÛyê ya li ser Komîsyona Çavdêriyê
Bakirhan bal kişand ser biryara Partiya NÛyê ya nedayîna endaman ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya li Parlamentoyê û got ku divê partî vê biryara xwe ji nû ve binirxîne.
Tuncer Bakirhan diyar kir ku nabe Partiya NÛyê li aliyê berdewamiya aloziyên kevn ên siyasî û civakî helwestê bigire û wiha pê de çû:
“Ez bangî hevalên ji Partiya NÛyê jî dikim: Partiya NÛ nikare alîgirê berdewamiya aloziyên kevn ên siyasî û civakî be.
Eger siyaseteke li aliyê berdewamiya aloziyên kevn ên siyasî û civakî bişopîne, wê demê nabe Partiya NÛ û bila wê demê ji xwe re nebêje Partiya NÛ.”
Bakirhan bi bîr anî ku wan bi hev re îmze avêtiye binê rapora dawî ya Komîsyona Parlamentoyê û got ku divê sernavên di raporê de bên cîbicîkirin.
Bakirhan da zanîn ku ew li dijî necîbicîkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî (AYM), venegerîna hevşaredarên Şaredariya Akdenîzê li ser karên wan, jikardûrxistin û girtina şaredarên hilbijartî û kiryarên li dijî azadiya derbirînê têdikoşin.
Wî tekez kir ku parastina van xwestekan û têkoşîna aştiyê ji hev cuda nayên fikirîn.
Bakirhan got, “Mixalefeta rastîn û bihêz ne ew mixalefet e ku ji aştiyê direve, ew mixalefet e ku ber bi aştiyê ve dibeze” û wiha domand:
“Tiştê ku divê Partiya NÛ bike ne mana li derveyî vî karî ye, berevajî wê ew e ku di nav de be, bandorê lê bike û wekî aktoreke bingehîn wê araste bike.
Bendewariya me ev e, bila ti kes nebêje ku em hinek kesan bangî cem hinek kesên din dikin.
Çimkî em ne li cem ti kesî ne, em li ser zemîna aştiyê ne. Em li aliyê aştiyê ne û em dixwazin Partiya NÛ jî li aliyê aştiyê be.”
Bakirhan bangî Serokê Giştî yê Partiya NÛyê Ozgur Ozel kir û xwest ku biryar bê nirxandin.
Wî tekez kir ku divê têkoşîna aştiyê û demokrasiyê bi hev re bê meşandin.
“Eger aştî çêbibe dê salane 50 milyar dolar di xezîneya Tirkiyeyê de bimîne”
Bakirhan bal kişand ser aliyê aborî yê aştiyê jî û parast ku ji ber şer û tundiyê Tirkiye çavkaniyên xwe yên girîng winda dike.
Bakirhan diyar kir ku di rewşa pêkhatina aştiyê de salane 50 milyar dolar li şûna ku ji bo pevçûnan bê xerckirin dê di aboriya welêt de bimîne.
Wî got ku divê ev çavkanî ji bo kedkar, xanenişîn, xizan, xwendekar û esnafan bê veqetandin.
Bakirhan her wiha anî zimên ku divê sepana qeyûman bi dawî bibe, siyasetmedarên girtî bê girtin bên darizandin û tedawiya girtiyên nexweş bê dabînkirin.
“Bila Mêrsîn bi hemû rengên xwe ji bo Tirkiyeyê bibe mînak”
Bakirhan diyar kir ku Mêrsîn bajarek e ku nasname û baweriyên cuda bi hev re lê dijîn û got ku divê ev taybetmendiya bajêr ji bo tevahiya Tirkiyeyê bibe mînak.
Wî destnîşan kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê, bikaranîna azad a zimanên xwe ji aliyê nasnameyên cuda ve, jiyana komên bawermend bêyî zext û bidawîhatina kuştina jinan sernavên bingehîn ên têkoşîna wan in.
Bakirhan diyar kir ku ew girîng dibînin ku beşên ku deng nedane wan jî piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û demokratîkbûnê û got ku guherîna nêrînan a di nava civakê de hêviyê dide wan.



