کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Ekrem Îmamoglu / Wêne: Rûdaw Arşîv

Ekrem Îmamoglu / Wêne: Rûdaw Arşîv

TIRKIYE

Ekrem Îmamoglu: Ez piştgiriyê didim aştiyê, ne desthilatê

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

21-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran21-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne
TIRKIYE20-11-2026

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne
TIRKIYE20-11-2026

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin
TIRKIYE20-11-2026

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji Girtîgeha Silîvriyê li ser pêvajoya çareseriyê nameyek nivîsand û ragihand ku ew piştgiriyê nade desthilatê lê alîgirê aştî û aramiyê ye.

Îmamoglu destnîşan kir ku pirsgirêka Kurdan tenê bi bêdengbûna çekan çareser nabe û got:

“Pirsgirêka Kurdan mijarên wekî nasname, welatîbûna wekhev û mayîna nûnerên hilbijartî li ser karên wan li xwe digire. Ji ber vê jî ez ji dil dixwazim çek bêdeng bibin.”

Ekrem Îmamoglu ku ji Adara 2025an ve li Girtîgeha Silîvriyê ya Stenbolê girtî ye, ji kanala televîzyonê ya Îlke TVyê re nameyek şand û li ser pêvajoyê çend nirxandin kirin.

“Dema çek bêdeng bûn, xelk bêdeng namîne”

Îmamoglu destnîşan kir ku ew piştgiriyê dide bêdengbûna çekan lê aştî tenê bi mafên demokratîk û welatîbûna wekhev pêk tê û got:

“Ez piştgiriyê nadim desthilatê lê ez piştgiriyê didim aştî û aramiyê. Ev her du tişt ne yek in.

Pirsgirêka Kurdan mijarên wekî nasname, welatîbûna wekhev û mayîna nûnerên hilbijartî li ser karên wan li xwe digire. Ji ber vê jî ez ji dil dixwazim çek bêdeng bibin.

Lê dema çek bêdeng bûn, xelk bêdeng namîne. Dê biaxivin, rêxistin bibin, siyasetê bikin û nîqaşên tund bimeşînin ku ya rast jî divê wisa be.”

“Êşa ti kesî ji ya yê din kêmtir nîne”

Ekrem Îmamoglu bal kişand ser çîrokên dayîkên qurbaniyên şer û got:

“Ji dayîkên leşkeran bigire heta wan dayîkên ku li ber deriyê girtîgehan li benda zarokên xwe ne û ew malbatên ku li Roboskiyê zarokên xwe winda kirine, divê guh li hemûyan bê girtin.

Êşa ti kesî ji ya yê din kêmtir nîne û em nikarin bibêjin êşa te kêmtir e. Carinan pêwîst e mirov tenê guh bide wan û li cem wan bisekine. Ji bo pêkanîna aştiya civakî, divê guh li êşa hemû çîn û tebeqeyan were girtin.”

Bersiva rexneyan û qedexeya siyasî

Serokê berê yê Şaredariya Stenbolê bersiva wan rexneyan da ku jê dipirsin ka çima piştgiriyê dide pêvajoya di bin kontrola wê desthilatê de ya ku ew girtiye û got:

“Ez ji wan kesên vê pirsê dikin û ji min hêrs dibin fêm dikim. Lê ez piştgiriyê nadim desthilatê, ez piştgiriyê didim aştî û aramiyê. Ev her du tişt ne yek in.”

Îmamoglu di dawiya nameya xwe de behsa biryara qedexeya siyasî ya li ser xwe kir û got:

“Çi qedexeyê dixwazin bila deynin. Gel bêdeng namîne, aştî bêdeng namîne û xewna welatekî demokratîk û dadmend dê bêdeng nemîne.”

Peyamên Partiya Nû û DEM Partiyê

Ev daxuyaniyên Îmamoglu piştî biryara Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel hatin.

Ozgur Ozel piştî hevdîtina bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re ragihandibû ku ji ber sepandina qeyûman û cîbicînekirina xala 7an a rapora Parlamentoyê ya li ser demokratîkbûnê, ew dê endaman nedin Desteya Çavdêriyê ya pêvajoyê ya li Parlamentoyê.

Partiya Nû ku bi 90 kursiyên xwe duyemîn hêza herî mezin a Parlamentoya Tirkiyeyê ye, red dike ku li dijî aştiyê be û Ozel diyar kiribû ku ew ji aştiyê paş ve gav navêjin lê desthilat ji demokrasiyê vegeriyaye.

Ev biryara Partiya Nû dilgiraniya DEM Partiyê jî li pey xwe anîbû û Tuncer Bakirhan xwestibû ku Ozgur Ozel careke din pêdaçûnê tê de bike.

Ozgur Ozel jî li beramberî vê xwestekê gotibû:

“Em bi eşkereyî dibêjin rêya desthilatê ne ti rê ye. Bila ti kes me venexwîne cem Erdogan. Bila Erdogan vexwînin demokrasiyê. Eger hûn Erdogan vexwînin demokrasiyê dê hemû welat aram bibe.”

Nûçeyên Têkildar

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne
TIRKIYE20-11-2026

Bakirhan: Eger aştî pêk were dê salane 50 milyar dolar di aboriya Tirkiyeyê de bimîne

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne
TIRKIYE20-11-2026

Ahmet Faruk Unsal: Nebûna Partiya NÛ ya di komîsyonê de windahî ye lê karê wê ranawestîne

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin
TIRKIYE20-11-2026

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin

Pirsên