کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Li Stenbolê gaveke dîrokî: Piştî zêdebûna daxwazan cara yekem mamosteyekî zimanê Kurdî hat erkdarkirin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

13-10-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran13-10-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê daxwaza xwendekaran a ji bo dersên bijarte yên zimanê Kurdî (Kurmancî û Zazakî) gihîşt lûtkeyê.

Li Dibistana Navîn a Sultan Alparslanê ya li navçeya Esenyurtê, daxwaza dersên Kurdî li gorî sala borî çar qat zêde bû.

Li ser vê zêdebûna bêhempa, di dîrokê de cara yekem e ku li Stenbolê mamosteyekî pispor ê zimanê Kurdî bi awayekî fermî hat erkdarkirin.

Parêzer Suphî Ozgen ev bipêşketin wekî "gaveke dîrokî" nirxand û diyar kir ku her çend ji sala 2012an ve mafê dersên bijarte bi yasayî hebe jî, heta niha li Stenbolê mamosteyekî vê beşê nehatibû erkdarkirin.

Ji mamosteyê zanistê ber bi mamosteyê pispor ve

Li heman dibistanê, sala borî dersên Kurdî tenê di du polan de dihatin dayîn. Ji ber kêmasî û tunebûna mamosteyên pispor, mamosteyekî zanistê ku li dibistanê dixebitî, bi dildarî van dersan dida lê îsal, ji ber ku daxwaz çar qat zêde bû, birêvebiriya dibistanê daxwaza kadroyekî nû kir.

Li ser vê daxwazê, mamosteyekî pispor bi rêya veguhastinê hat erkdarkirin û îro cara yekem bi xwendekaran re rûnişt û dest bi dersên Kurdî kir.

"Bila ev bibe mînak ji bo her derê"

Suphî Ozgen kêfxweşiya xwe ya mezin anî ziman û bang li hemû birêvebir û mamosteyên dibistanan kir ku ji bo belavkirina dersên Kurdî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û got:

"Ev serkeftineke mezin e. Divê ev dibistan ji bo hemû Tirkiyeyê bibe mînak."

Di heman demê de bal kişand ser rola Alîkarê Birêvebirê Dibistanê Serhat Delî û diyar kir ku birêvebirên dibistanên din dikarin ji bo şêwirmendiyê û rêbazên destpêkirina dersan serî li wî bidin.

Bang ji bo malbatan: Xwedî li zimanê xwe derkevin

Ozgen bangeke taybet li dê û bavan kir û daxwaz kir ku zarokên xwe bişînin dersên bijarte yên Kurdî û wiha lê zêde kir:

"Ev mafekî yasayî ye û divê bi awayekî herî xurt were bikaranîn."

Her wiha destnîşan kir ku wekî Komeleya HezKurd, ew dê xebatên xwe yên hişyarkirin û agahdarkirina dersên Kurdî di astên cuda yên perwerdeyê de hîn berfirehtir bikin û gotina xwe bi vê hevoka dilxweşiyê bi dawî kir:

"Ez îro pir şanaz im."

Pirsên