Hewlêr (Rûdaw) - Israel Katz bertek nîşanî daxuyaniyên serkirdeyê mixalefetê Gadi Eisenkot da ku ji fermandarên artêşa Îsraîlê xwestibû guh nedin biryarên Serokwezîr Benjamin Netanyahu.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz ev gava Gadi Eisenkot wekî hewldaneke "li dijî demokrasiyê" bi nav kir.
Israel Katz li ser hesabê xwe yê tora civakî Xê daxuyaniyek belav kir û got:
"Banga Eisenkot a ji bo efserên payebilind ên artêşê ya ji bo ku guh nedin fermanên serokwezîr, min an jî berpirsên pêwendîdar ên ewlehiyê bi hinceta ku 'piştgiriya wî li pişt wan e', daxuyaniyeke li dijî demokrasiyê, neasayî û ji rastiyê dûr e."
Gadi Eisenkotê ku berê Sererkanê Artêşa Îsraîlê bû û niha yek ji serkirdeyên sereke yên mixalefetê ye, piştî hilbijartinên roja sêşemê axaftinek kiribû.
Eisenkot dabû zanîn ku Netanyahu tenê serokwezîrê bi wekalet e û wî rewatiya xwe ya li cem xelkê winda kiriye.
Eisenkot bangî fermandarên payebilind ên artêşa Îsraîlê kiribû û gotibû:
"Divê artêş xizmeta dewletê bike ne xizmeta serokwezîr.
Li hemberî her hewldaneke ji bo tengavkirina we bi tundî rawestin; piştgiriya min a bêmerc bi we re ye."
Nakokiyên li ser êrişa li dijî Îranê
Ev nakokiya siyasî û leşkerî ya navxwe ya Îsraîlê di demekê de ye ku Netanyahu gelek caran gefa dubarekirina êrişên leşkerî yên li Îranê xwariye.
Li gorî raporên medyayê, Sererkanê niha yê Îsraîlê Eyal Zamir beriya hilbijartinan li dijî planên nû yên serokwezîr ên ji bo lêdana bingehên nukleer û yên mûşekan ên Îranê derketibû.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz hebûna nakokiyan a di navbera artêş û serokwezîr de red kir.
Katz daxuyaniyên Eisenkot wekî beşek ji "kampanyayeke derewan" pênase kir ku hewl dide wisa nîşan bide li ser mijara êrişkirina li dijî Îranê di navbera Netanyahu û fermandarên artêşê de nakokî derketiye.



