Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Cezayê ya Kerxê ya li Bexdayê cezayê girtina heta hetayê li 7 welatiyên Fransiz yên endamên DAIŞê birî.
Piştî vê biryarê, çavkaniyeke dîplomatîk a astbilind a Fransiz ji Rûdawê re ragihand ku welatê wan rêzê li serweriya Îraqê û serxwebûna dadgehên wê digire û bi ti awayî midaxeleyî pêvajoyên dadwerî nake.
Çavkaniyê diyar kir ku ev cezayên girtina heta hetayê û 15 salan, di Yasaya Cezayê ya Îraqê de ji bo tawanên ku ji aliyê van welatiyên Fransiz ve hatine kirin, cih digirin.
Her wiha destnîşan kir ku Balyozxaneya Fransayê ya li Bexdayê wekî çavdêr beşdarî rûniştinên dadgehê bûye.
"Pêvajoya dadgehkirinê bi awayekî bêalî bi rê ve çû"
Derbarê misogerkirina dadperwerî û nêzîkatiya li gel tohmetbaran, çavkaniya Fransiz eşkere kir ku di rûniştinan de tohmet û belgeyên di dosyayan de ji bo tawanbaran hatine xwendin û şirovekirin.
Di heman demê de, dema ku pêwîstî pê hatibe wergêr hatiye dabînkirin û mafê bijartina parêzeran ji wan re hatiye dayîn, bi şertê ku parêzerekî Îraqî li gel wan be, parêzerên Fransiz jî di nav de.
Li gorî agahiyên ku wî çavkaniya dîplomatîk dane, gava ku tohmetbaran daxwaza parêzeran ji dadgehê kiriye, rûniştin hatine bipaşxistin da ku parêzer bikaribin dosyayan lêkolîn bikin û parastina xwe amade bikin.
Ev yek jî nebûye asteng ku paşê parêzerekî Fransiz tevlî dosyayê bibe.
Dadgehkirina welatiyên din ên Fransiz berdewam dike
Heman çavkaniya ji Wezareta Karên Derve ya Fransayê ji Rûdawê re ragihand ku pêvajoya dadgehkirina çend welatiyên din ên Fransiz li Îraqê dest pê kiriye, biryara rûniştinên nû hatiye dayîn û Balyozxaneya Fransayê dê wekî çavdêr di van rûniştinan de jî amade bibe.
Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê, 27ê Çiriya Pêşîn a 2026an, di daxuyaniyekê de ragihandibû ku Dadgeha Cezayê ya Kerxê ya li Bexdayê biryara xwe ya derbarê dosyeya 7 endamên DAIŞê yên hemwelatiyên Fransiz daye.
Cezayên giran ji bo "girtiyên pir metirsîdar"
Li gorî biryara dadgehê, 6an ji tohmetbaran bi cezayê girtina heta hetayê û tohmetbarê heftemîn jî bi 15 salan cezayê girtîgehê hatine darizandin.
Di daxuyaniya Encûmena Dadweriyê de hatibû diyarkirin ku ev kes ji ber rola wan a di gefxwarina ewlehiya neteweyî ya Îraqê, têkbirina aramiya li Îraq û Sûriyeyê û her wiha kiryarên terorîzmê yên li welatên din, wekî kesên "pir metirsîdar" hatine pênaskirin.
Ev 7 girtî, beşeke ji koma 47 kesî ya welatiyên Fransiz yên DAIŞî ku Tîrmeha 2025an ji girtîgehên Rojavayê Kurdistanê radestî hikûmeta Îraqê hatibûn kirin.
Piştî temambûna lêkolînan li Dadgeha Lêkolînê ya Kerxê ya Yekem, dosyayên wan li gorî Yasaya Dijî Terorê radestî dadgeha pêwendîdar hatibûn kirin.



