Hewlêr (Rûdaw) - Pervîn Buldanê ragihand ku di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de xitimînek heye û ji 13ê Îlonê ve ti hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatine kirin.
Pervîn Buldanê her wiha li ser nîqaşên li ser cihê Ocalan ê li Îmraliyê diyar kir ku jûra nû jî beşek ji girtîgehê ye û tekez kir ku Ocalan li benda destpêkirina xebatên xwe yên fermî yên wekî "Koordînatorê Aştî û Siyasetê" ye.
Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldanê îro li Enqereyê di roja duyemîn a konferansa "Jin Mil bi Mil Paşerojê Diaxivin" de axivî û rûdanên dawî yên pêvajoya çareseriyê nirxandin.
Buldanê bi bîr xist ku pêvajoya heyî nêzîkî 2 sal in berdewam dike û destkefta herî mezin rawestana rijandina xwînê ye.
Pervîn Buldanê amaje bi rola her sê aktorên sereke yên pêvajoyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan kir û got ku Ocalan di nava mercên herî giran û newekhev de vê pêvajoyê bi rê ve dibe.
"Ji 13ê Îlonê ve hevdîtin çênebûye"
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê bal kişand ser rawestîna hevdîtinên li Îmraliyê jî û got:
"Me herî dawî 13ê Îlonê bi Birêz Ocalan re hevdîtin kir. Ji wê rojê heta niha ti hevdîtinek çênebûye. Ji ber vê yekê tiştekî wekî xitimînê heye. Em ê çawa vê xitimînê derbas bikin? Bê guman bi hêza jinan. Jin dikarin ji bo aştiyeke mayînde bangî desthilatê û hemû aktorên pêvajoyê bikin, zextê lê bikin û bibin hêzeke rêxistinkirî da ku pêvajo bimeşe."
Rewşa jûra nû ya li Îmraliyê
Pervîn Buldanê li ser daxuyaniyên Endamê Şandeya Îmraliyê Midhet Sancar ên li ser derbasbûna Ocalan a ji bo cihekî nû yê li Îmraliyê jî got:
"Ev cihê nû beşek ji girtîgehê bi xwe ye, ne cihekî li derveyî zindanê ye. Ji nava girtîgehê derbasî wir dibin. Ya herî rast ew e ku mirov wekî cihekî ku mercên xebatê saz dike pênase bike."
Buldanê diyar kir ku guherîna cihê Abdullah Ocalan nayê wateya statuyekê ji bo wî û pê de çû:
"Birêz Ocalan niha li bendê ye ku wekî 'Koordînatorê Aştî û Siyasetbûnê' dest bi xebatê bike.
Birêz Ocalan gotibû 'Ez dixwazim wekî Koordînatorê Aştî û Siyasetbûnê piştgiriyê bidim vê pêvajoyê' lê hîn jî ev pênase bi fermî nehatiye kirin.
Dema Birêz Bahçelî ev pêvajo da destpêkirin behsa 'mafê hêviyê' kiribû lê niha kes behsa mafê hêviyê nake.
Careke din gotibû 'bila Ocalan were li Parlamentoyê di koma DEM Partiyê de biaxive' lê niha ev mijar jî qet nayê rojevê."


