Enqere (Rûdaw) - Li Enqereyê bi beşdariya komele, sazî û rêxistinên jinan panelek hat lidarxistin.
Ji bilî hinek parlamenterên DEM Partiyê, Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî beşdarî panelê bûn.
Di panelê de parlamenter û berpirsên jin ên DEM Partiyê qala guhertina cihê Ocalan jî kir.
Parlamenterên DEM Partiyê dibêjin, “Pêwîst e mijar ew qasî neyê mezinkirin, tiştê girîng ne cihê Ocalan e, statuya wî ye.”
“Pêngaveke derengmayî ye”
Panel taybet bi beşdariya jinan bi rê ve çû û mijarên sereke jî rola jinan a di siyasetê û pêvajoya aştiyê de bû.
Di panelê de li ser rewşa Ocalan û derbasbûna wî ya di avahiyekî nû de nirxandineke berfireh hat kirin.
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysalê qala pêvajoyê kir û got:
“Ez rasterast bibêjim ku pêngaveke derengmayî ye. Pêwîst e di destpêka pêvajoyê de ev yek hatibûya kirin. Pêwîst e li gorî ku pêvajo çi wateyê heq dike ew wate bê dayîn.
Niha piştî nîqaşan, piştî yasayê, piştî bendewariyên MGKyê û piştî Komîteya Siyasîbûn û Aştiyê ku pêwîst e bi koordînatoriya Rêberê Gelê Kurd were avakirin, tenê guhertina cih erê biqîmet e û wateya wê heye lê bi tena serê xwe nayê wê wateyê ku di asta hiqûqî de statuyek hatiye dayîn.”
“Em gavên mezintir dixwazin”
Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî li ser mijarê got:
“Bi rastî ji me re ne tiştekî ecêb e. Em azadiya wî dixwazin, ji ber ku li dewletên din jî dema pêvajoyên wekî pêvajoya me dimeşînin her dem aktorên wan azad in.
Gaveke gelekî biçûk e lê belê em dixwazin gavên mezintir bên avêtin.”
Daxwaza lezkirina pêvajoyê
Panel di heman demê de wekî civîn û konferanseke jinan jî bi rê ve çû.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê jî qala pêvajoyê û sedemên xitimîna wê kir.
Piraniya parlamenter û jinên ku beşdarî panelê bûbûn, daxwaz ji parlamentoyê kirin ku yasayên pêwîst werin amadekirin û pêvajo leztir bê meşandin.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê hişyarî da û anî zimên:
“Pêwîst bû pêvajo ji xwe heta niha leztir bihatiba meşandin. Kêmasiyeke gelekî mezin e ku heta niha gelek tişt nehatine kirin.
Ev yek pêvajoyê sist dike. Ez naxwazim bibêjim xitimiye lê lez û tempoya pêvajoyê hat guhertin û gav nehatin avêtin.”
Her wiha hat zanîn ku nûnerên jin ên Partiya Rêya Nû û CHPyê jî di panelê de amade bûn.


