کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: AA

Parlamentoya Tirkiyeyê / Wêne: AA

TIRKIYE

Peymana Mekeyê li Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

06-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran06-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê, pêşnûmeyasaya têkildarî erêkirina Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê pejirand.

Ev peyman di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdiyê de hatibû îmzekirin.

Peyman avakirina "mekanîzmaya hevbeş a parastin û ewlehiyê" ya di navbera her sê welatan de pêşbînî dike.

Li gorî vê peymanê, êrişeke çekdarî ya derve ya li ser aliyekî wekî ku li dijî hemû aliyan hatiye kirin tê hesibandin.

Peyman her wiha pêşbînî dike ku alî ji bo parastina serwerî, serxwebûn û yekparçeyiya axa hevdû hevkariyê bi pêş bixin û li hemberî gefên muhtemel bi hev re gavan bavêjin.

Peymana Mekeyê çi ye?

Tirkiye, Erebistana Siûdiyê û Pakistanê tebaxê Peymana Hevbeş a Parastinê ya Mekeyê îmze kiribû.

Peyman ji 16 madeyan pêk tê û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, Şazadeyê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bîn Selman û Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf ve hatiye îmzekirin.

Di nava vê peymanê de madeyên krîtîk cih digirin.

Li gorî peymanê, êrişa li ser her endamê vê hevalbendiyê dê wekî êrişa li ser her du welatên din jî bê dîtin.

Rayedar radigihînin ku Peymana Mekeyê bi temamî ji bo armancên parastinê ye û ti welatî nake armanc.

Her sê welat di çarçoveya "mafê parastina rewa" yê madeya 51ê ya Peymannameya Neteweyên Yekbûyî (NY) de piştgiriyê didin welatê ku rastî êrişê hatiye.

Di vê piştgiriyê de derfet û şiyanên leşkerî jî cih digirin.

Herî kêm 10 salan derbasdar e

Alî piştî ketina meriyetê heta 10 salên ewil nikarin ji peymanê derkevin.

Piştî 10 salan jî tenê bi agahdarkirineke nivîskî ya herî kêm 3 mehan berê, dê karibin mafê xwe yê vekişînê bi kar bînin.

Pirsên