کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Deriyê Sînorî yê Nisêbînê / Wêne: Arşîv

Deriyê Sînorî yê Nisêbînê / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

Wezîrê Bazirganiyê: Vekirina Deriyê Nisêbînê dê zexta li ser Xabûrê kêm bike

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

06-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran06-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê Omer Bolat ragihand ku amadehiyên aliyê Tirkiyeyê yên ji bo vekirina Deriyê Sînorî yê Nisêbîn-Qamişloyê bi dawî bûne lê aliyê Sûriyeyê hîn ne amade ye.

Bolat amaje bi wê yekê kir ku tê çaverêkirin derî heta dawiya îsal were vekirin û got, "Eger bi destê min bûya, min dê îro vekira."

Wezîrê Bazirganiyê di civîna Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, li ser budceya sala 2027an a wezareta xwe pirsên parlamenteran bersivandin û li ser rewşa deriyên gumrikê yên li ser sînorê Sûriyeyê agahî dan.

"Dê zexta li ser Xabûrê kêm bibe"

Bolat ragihand ku karên nûjenkirinê yên li deriyên sînorî yên Tirkiyeyê berdewam dikin û welatê wî dixwaze Deriyê Nisêbînê were vekirin lê divê aliyê Sûriyeyê jî amadehiyên pêwîst bi dawî bîne.

Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê diyar kir ku bi vekirina Deriyê Nisêbînê re dê qerebalixî û zexta li ser Deriyê Sînorî yê Xabûrê kêm bibe û hat û çûna Sûriye û Îraqê jî hêsantir bibe.

Aliyê Tirkiyeyê amade ye

Li ser dema vekirina derî jî Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyeyê dubare kir ku aliyê Tirkiyeyê hemû amadehiyên xwe temam kirine.

Bolat diyar kir ku ew li benda aliyê Sûriyeyê ne ku karên binesaziyê yên li aliyê xwe bi dawî bînin da ku derî bi awayekî fermî ji bo bazirganî û hat û çûnê bê vekirin.

Pirsên