Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Mihemed Behadîn, çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refahê Fatîh Erbakan.
Serokê Giştî yê Partiya Jinûve Refahê Fatîh Erbakan derbarê serdana Selahedîn Behadîn û şandeya pê re li ser hesabê xwe yê tora civakî daxuyaniyek belav kir.
Erbakan di parvekirina xwe de diyar kir ku ji bilî Serokê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Mihemed Behadîn, Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê Dr. Luqman Baskederî û Alîkarê Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê Rêbîn Nesredîn jî di serdanê de amade bûne.
Ji Fatîh Erbakan peyama spasiyê
Fatîh Erbakan derbarê serdanê li ser hesabê xwe yê tora civakî dilsoziya xwe anî ziman û got:
“Serokê Giştî yê Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ya Îraqê Selahedîn Mihemed Behadîn, Nûnerê Yekgirtûyê yê Tirkiyeyê Dr. Loqman Baskederî û Alîkarê Nûnerê Tirkiyeyê Rêbîn Nesredîn hatin serdana me.
Ji ber vê serdana wan a ez spasiya wan dikim.”



