Hewlêr (Rûdaw) Di Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyê de budceya Wezareta Çand û Geştyariyê ya Tirkiyeyê hat gotûbêjkirin.
Wezîr Mehmet Nurî Ersoy budceya xwe pêşkêşî endaman kir.
Çendîn têbînî û rexneyên nûnerên Kurd li ser çand û zimanê Kurdî hebûn.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneşê bal kişand ser zext û astengiyên li dijî çand û zimanê Kurdî û zimanên din û çendîn daxwaz arasteyî wezîrê çandê kirin.
Guneş li ser wan daxwazan ji Rûdawê re axivî û got ku divê êdî wezaret di budceyê de deriyên xwe yên dahatê ji bo Kurdî jî veke.
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş da zanîn:
“Ji ber ku Kurmancî û her wiha Kirmanckî di lîsteya UNESCOyê de ne û metirsî li ser wan heye, divê Wezareta Çandê di saziyên girêdayî xwe de hinek xizmetan bike.
Divê êdî wezaret dest ji polîtîkayên xwe yên bişaftinê berde û ji entegrasyona demokratîk a zimanên li vê erdnîgariyê tên axaftin re cih veke.
Her wiha li ser zimanê Kurdî û weşanên Kurdî gelek zext û zordarî jî hene.
Gelek weşanxane tên girtin, divê wezaret hevkariya wan bike û li gel wan di pêwendiyê de be ji ber ku budceyeke taybet a di vî warî de ya wezaretê heye lê hîn jî weşangerên Kurdî di zor û zehmetiyê de ne.
Her wiha zimanê Kurdî hem nayê parastin hem jî yên ku zimanê Kurdî diparêzin tên girtin û zext û zordarî li wan tên kirin.”
Parlamenterê Partiya NÛyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu jî di axaftina xwe de bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û tekezî li ser pêngavên hikûmetê yên di warê nasname, çand û zimanê Kurdî de kir.
Tanrikulu jî dîmenên wê axaftina xwe taybet ji Rûdawê re şandin.
Parlamenterê Partiya NÛ Sezgîn Tanrikulu anî ziman:
“Birêz Wezîr em ji pêvajoyeke girîng derbas dibin.
Pirsgirêka Kurdan a li Tirkiyeyê, yek ji aliyên girîng bi nasname, dîrok, ziman û mafên di van waran ve girêdayî ye.
Lewra eger bi rastî jî aştiyeke civakî bê avakirin û xurtbûna aîdiyeta welatiyên me ya ji bo komarê û pêbaweriya bi vê pêvajoyê re bê zêdekirin, divê ev tunehesibandina di van waran de ji holê bê rakirin.
Ji ber vê yekê erkên girîng dikevin ser milê wezareta we lê di budceya 2027an de em dibînin ku amadehiyeke wiha ya wezareta we nîne.”
Budceya îsal a Wezareta Çand û Geştyariyê 69,9 milyar lîreyên Tirkî bû ku dike derdora 1,4 milyar dolarên Amerîkî.
Budceya sala 2027an a wê wezaretê jî bi zêdebûna ji sedî 35,9 wek 95 milyar û 153 milyon 389 hezar lîreyên Tirkî wate nêzîkî 1,9 milyar dolar hatiye pêşbînîkirin.
Di demekê de ku zêdetirî du sal in pêvajoya çareseriyê berdewam dike, Kurd daxwaz dikin ku çalakiyên çand û zimanê wan jî ji vê budceyê bêbeş nemînin û zêdetir werin piştgirîkirin.



