Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê di kargeheke hesin û polayê de teqînek çêbû û di encamê de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.
Her wiha hat ragihandin ku 8karker di bin kavilên kargehê de mane.
Bûyer îro derdora saet 12:00an li ser rêya Yenî Foçayê ya li navçeya Alîagayê ya Îzmîrê di kargeheke hesin û polayê de qewimî.
Li gorî agahiyan, di dema xebatê de teqînek çêbû û pişt re agir bi beşeke ji kargehê ket.
6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn
Di encama teqînê de 6 kes mirin û 13 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê, hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê û tîmên agirvemirandinê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Tîmên tenduristiyê birîndar ji bo dermankirinê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Îzmîrê.
8 karker di bin kavilan de mane
Parêzgariya Îzmîrê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir û got:
"Li gorî encamên destpêkê 6 welatiyên me mirin û 13 welatî jî birîndar bûn.
Welatiyên birîndar ji bo dermankirinê birin nexweşxaneyên cuda yên herêmê.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên ji bo derxistina wan 8 welatiyên ku piştî teqînê di bin kavilan de mane bi awayekî bêrawestan didomin."
Parêzgariyê her wiha da zanîn ku ji bo ronîkirina hemû aliyên bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.



