Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Heyeta Îmraliyê Mîthat Sancar got, “Pêvajo û hevdîtin berdewam dikin. Carinan rawestan û lawazbûn çêdibin lê belê ji bo derbaskirina van pirsgirêkan, berdewamiya peywendiyan giring e. Di nêzik de em dê serdana Îmraliyê bikin.”
Parlamenterên DEM Partiyê Mîthat Sancar, Cengîz Çandar û Gulistan Kiliç Koçyîgît li Enqereyê beşdarî konferansa ORSAMê ya li ser Rojhilata Navîn bûn û ji Rûdawê re axivîn.
Mithat Sancar diyar kir ku tevî carinan sistbûn çêbibin jî pêvajo didome û got:
“Yanî pêvajo didome, hevdîtin didomin lê carinan astengî, carinan sistbûn û heta rawestan jî çêdibin.
Ji bo derbaskirina van astengiyan, girîng e hevdîtinên li ser gavên ku divê werin avêtin bidomin. Bidawîbûna hevdîtinan tê wateya xitimandina rasteqîn.
Vê gavê em dikarin bibêjin ku hevdîtin û temas didomin. Rojên pêşiya me em dikarin serdana Îmraliyê bikin.
Dê hevdîtin di demeke nêzîk de be lê qet ne pêkan e ku ez rojekê diyar bikim. Dê serdanek pêk were.”
Cengîz Çandar jî bal kişand ser tevlîbûna Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin û got:
“Ev nîşana cidiyeta pêvajoyê ye. Pêvajo ji aliyê civaka navneteweyî ve jî tê şopandin û dê encamên baş ji bo herêmê bîne.”
"Mesele wekî çûna otomobîlekê ya li ser pîsta Formula 1ê nabe"
Cengîz Çandar destnîşan kir ku pêvajo car caran hêdî bibe jî berdewam dike û wiha got:
“Ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke hêsan e.
Ji ber vê yekê, car caran hêdîbûna wê yan jî carna sekinîna wê, di xwezaya vî karî de heye.
Yanî ev kar wekî çûna otomabîlekê ya li ser rêyeke rast û li ser pîsta Formula 1ê nabe.
Wekî min got, ev tiştekî avahiyî ye. Pirsgirêkeke aloz û zehmet e.
Pirsgirêkeke wiha ye ku gelek welat bi hev re kişandine nav xwe.
Ji ber wê, tiştê ku divê em bala xwe bidinê ne sekinîn yan jî hêdîbûna wê ye; tiştê giring meşîna wê ye, ev pêvajo dimeşe.
Hêdî be jî dimeşe. Heke leztir bimeşe dê çêtir bibe. Jixwe ka dê çawa leztir bibe, niha ev tişt tên axaftin.”
"Ez difikirim ku statuya Başûrê Kurdistanê bi rîskên mezin re rû bi rû ye"
Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê, vekişîna YNKyê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya “yekîtiya Kurdan” de nirxand, bal kişand ser rîskên li ser statuya Herêma Kurdistanê û wiha axivî:
“Em difikirin ku divê ev sedsal bibe sedsala yekîtiya Kurdan.
Di vî warî de, ji dêvla ku tenê li herêmê bi xwe, anku ji bo Başûrê Kurdistanê bibe yekîtiyeke di navbera PDK û YNKyê de ku bê guman pêşî divê ew bibin yek, divê hemû gelê Kurd û partiyên Kurd bi rastî werin ba hev û yekîtiya neteweyî ava bikin.
Dema ku li Rojhilata Navîn hemû sînor serûbin dibin, sînor ji nû ve radibin û sînorên nû tên xêzkirin, di demekê de ku li Rojhilata Navîn şerên hêzê hene, divê em destnîşan bikin ku em parçebûna Kurdan û dûrbûna wan ji hev di nava şerekî wiha yê hêzê de rast nabînin.
Îro wekî gel em bi rîskên cidî re rû bi rû ne. Ez difikirim ku Başûrê Kurdistanê jî bi rîskên cidî re, bi taybetî jî statuya wê bi rîskên cidî re rû bi rû ye.
Rêya pûçkirina van rîskan jî ev e ku em bi hev re rûnin, biaxivin, li hev bikin, bi hev re gavan biavêjin û bi perspektîfeke wiha li ser masê bisekinin ku bi tu awayî zerer negihije gelê Kurd.
Em wek DEM Partî amade ne ku di vê pêvajoyê de ji bo vê yekîtiyê, ji bo vê tifaqê û ji bo vî nêzîkatiyê çi ji destê me bê bikin.”



