Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.
Li gorî agahiyên Serokatiya Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD), erdhej îro (9ê Çiriya Paşîn) demjimêr15:28an qewimî.
AFADê ragihand ku navenda erdhejê navçeya Kozanê ya Edeneyê bûye û erdhej di kûrahiya 15,35 kîlometreyan de çêbûye.
Li parêzgehên derdorê jî hat hîskirin
Erdhej li navenda bajarê Edeneyê û li parêzgehên cîran ên wekî Mêrsînê jî hat hîskirin û di nav xelkê de bû sedema tirs û panîkê.
Beşek ji welatiyan ji ber hejandina tund ji mal û kargehên xwe derketin derve.
Zererên canî û madî nînin
Li gorî nirxandinên destpêkê yên tîmên AFADê û parêzgariyê, heta niha ti agahiyên neyînî li ser hilweşîna avahiyan an ziyanên canî nehatine ragihandin.
Tîmên pêwendîdar li herêmê dest bi kontolên li qadê kirine û çavdêriya rewşê dikin.



