Hewlêr (Rûdaw) - Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê rojevê daxuyaniyeke çapemeniyê da.
Koçyîgîtê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser teqîna 9ê Çiriya Paşîn a li Kargeha Hesin û Polayê ya HABAŞê ya li Îzmîrê ku di encamê de 19 karker mirin.
“Ji ber ku lêçûnên patronan zêde nebin karker dimirin”
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê da zanîn ku berpirsên teqîna kargeha HABAŞê ceza nestandine û got:
"Çavdêriyeke serbixwe nîne, hevdîtin bi karkeran re nayê kirin. Tenê bi patronan re rûdinên. Guh nadin pirsgirêka karkerekî jî. Ji ber ku ev tedbîr ji bo patronan nebin lêçûnek, karker dimirin."
Koçyîgîtê nerazîbûn nîşanî mirina karkeran da û bal kişand ser keştiya bi navê “Tugberk Îmamoglu” ku li Deryaya Marmarayê binav bibû.
Wê bi bîr anî ku malbatên 9 kesên ku termên wan nehatine dîtin doh li parlamentoyê serdana partiyên siyasî kir û pê de çû:
"Dewleta ku eger mihek li Çemê Feratê winda bibe pê dihese, bi mehan e termên di bin Deryaya Marmarayê de dernaxe."
Skandala fonê û qonaxa COP31ê
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê bal kişand ser skandala fonê jî û got:
"Li aliyekî xelk ji bo mûçeyê mehekê bi şev û rojan dixebite, li aliyê din jî em behsa dizîna bi milyonan dolaran dikin. Her roj bi hezaran peyam tên me û dibêjin 'dengê me bigihînin' lê tiştek nabe.
Di dawiyê de Alîkara Serokê Giştî yê AK Partiyê û Wezîra berê ya Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan hat girtin.
Em dibêjin di dawiyê de lê em dizanin bi qurbankirina çend kesan hewl didin ser vê bûyerê bigirin."
Koçyîgîtê derbarê Lûtkeya COP31ê ya li Antalyayê jî daxuyanî da ku şirketan hewl didin navê xwe paqij bikin û anî zimên:
"Şirketên mîna Cengîz, LÎMAK û SÎMPAŞê yên sponsorên lûtkeyê ne dixwazin jîngehparêziyê bikin hincet.
Li aliyekî bi bendav, santral û madenan xwezayê tune dikin, li aliyê din jî diçin li COP31ê xwe nîşan didin. Em vê yekê qebûl nakin."
“Meseleyeke ku serê wê digihîje dewletê”
Alîkara Seroka Koma DEM Partiyê li ser êrişa li dijî apê xwendekara Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Rojîn Kabaîşê ya li Stenbolê ku ji aliyê kesên bi çekan ve hatibû kirin jî axivî û got:
"Ev dosye jî mîna ya Gulistan Dokuyê serê wê digihîje saziyên dewletê. Loma dosyeya Rojîn Kabaişê tenê windabûna kesekî nîne, meseleya mafê jiyanê yê jinên vî welatî ye. Em dê ji bo Doku û Kabaişê li hêviya edaletê bin."
Koçyîgîtê ji bo ronîkirina bûyerê bangî Wezareta Dadê kir.
Banga ji bo berdana girtiyan
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê her wiha destnîşan kir ku Komîteyên Çavdêriyê yên Îdarî yên li girtîgehan berdana girtiyên ku 30 sal in di hepsê de ne asteng dikin û wiha dawî li gotinên xwe anî:
"Em êdî ji gotina van tiştan fedî dikin. Ez dixwazim careke din bangî Wezîrê Dadê bikim: Kesên ku cezayê wan qediyaye di girtîgehê de nehêlin.
Rê nedin biryarên kêfî yên komîteyên çavdêriyê yên birêvebiriyê. Dawî li van hemû bêhiqûqiyan bînin û nebin şirîkê sûcê bêparkirina ji azadiyê."


