Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê biryara Serokê Giştî yê partiya mixalefetê Ozgur Ozel a li ser beşdarnebûna Komîteya Şopandinê rexne kir û got, "Afirandina guman û dûriyê ya li hemberî pêvajoyê, îradeya civakî ya ji bo aştiyê lawaz dike."
Ayşegul Doganê li Navenda Giştî ya DEM Partiyê di civîneke çapemeniyê de pêşhatên siyasî yên dawî nirxandin.
"Divê rojek berî rojekê salname bê eşkerekirin"
Doganê bal kişand ser avakirina Komîteya Şopandinê ya ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş behsa qonaxa dawî ya amadehiyên wê kiribû û got:
"Beriya niha diviyabû salnameyek bihata ragihandin. Tiştekî ku li bendê bê mayîn nîne. Berfirehkirina pêvajoyê bi demê re dê metirsiyan bi xwe re bîne.
Divê ti kes pêvajoya aştî û civaka demokratîk neke qurbana berjewendiyên siyasî."
Rexneya li biryara Ozgur Ozel
Berdevka DEM Partiyê li ser biryara Ozgur Ozel a nedana endaman ji bo Komîteya Şopandinê diyar kir ku daxwazên demokratîkbûnê rewa ne lê nabe bibin hinceta paşxistina aştiyê û wiha pê de çû:
"Bilindkirina daxwazên demokratîkbûnê rast e lê veguherandina vê yekê ya ji bo amrazekî guman û dûrketina ji pêvajoyê, îradeya lezgîn a ji bo aştiyê lewaz dike.
Biryara beşdarnebûna di komîteyê de wekî 'bila em alîgirê pêvajoyê neyên xuyakirin' tê dîtin. Ji bo rawestandina vî şerê 50 salî divê her kes, di serî de jî mixalefeta sereke li ser maseyê be."
"Biryara qedexeya siyasî ya li ser Îmamoglu nehiqûqî ye"
Ayşegul Doganê her wiha biryara qedexeya siyasî ya li ser Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û hevalên wî jî şermezar kir û anî zimên:
"Biryara qedexeya siyasî bêyî eger û lêbelê biryareke nehiqûqî, neheq û siyasî ye. Civak jî bi vî rengî difikire. Em di kîjan şêweyî de be li dijî qedexeyên siyasî ne."
Doganê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên li ser medyayê, pêla tayînkirina qeyûman û desteserkirina siyasetmedarên Kurd û pirsî:
"Gelo çima ji tifaq û hevgirtina partiyên siyasî yên Kurdan dilgiran dibin?"



