کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Ocalan dê kengê banga vegerê bike?

Maseya Edîtoran

Maseya Edîtoran

20-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran
Maseya Edîtoran20-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin
TIRKIYE20-11-2026

Erdogan: Yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye
TIRKIYE20-11-2026

DEM Partî: Tirsa ji destkeftên Rojavayê Kurdistanê tirsa ji aştî û demokrasiyê ye

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir
TIRKIYE20-11-2026

Muzîkjena Kurd a 17 salî Evîn Şîrîp di qezaya trafîkê de mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî nûçeya T24ê Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan dê banga xwe ya “vegerê” ya ji bo endamên PKKyê ji Îmraliyê bi civîneke çapemeniyê bike.

Ev demek e yek ji mijarên ku di nav raya giştî de tê meraqkirin ew e ka Abdullah Ocalan dê çawa banga vegerê ji bo endamên wê rêxistina xwe bike ku 27ê Sibatê hatibû fesixkirin.

Pêşî berdana girtiyan û paşê veger

Nivîskara malpera nûçeyan a T24ê Tugçe Tatariyê di nivîseke xwe de qala vê mijarê kiriye.

Li gorî nivîsê, piştî banga Ocalan tê çaverêkirin ku destpêkê berdana girtiyan ji girtîgehan dest pê bike, paşê koma yekem a ji Ewropayê û tîma yekem a ji Qendîlê bi rê bikevin.

Di nivîsê de hat diyarkirin ku hejmarên van koman ji gelek çavkaniyan tên gotin lê li hev nakin.

Civîna 27ê Çiriya Paşîn a MGKyê

Encûmena Ewlehiya Neteweyî (MGK) dê 27ê Çiriya Paşîn bicive.

Tê çaverêkirin ku di civînê de qonaxa temambûna çekdanîna rêxistinê bê nirxandin.

Eger rapora encûmenê bibêje ev qonax “temam bûye”, MGK dê vê biryarê pêşkêşî îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê bike.

Pişt re bi weşandina biryarê di Rojnameya Fermî de, yasaya çarçoveyê ya taybet bi vegera gerîlayên PKKyê dê bikeve meriyetê.

Piştî îmzeya Serokkomarê Tirkiyeyê ya li ser yasayê, dê dor bigihîje banga Ocalan.

Li gorî nivîsa T24ê, rêxistinê biryar daye ku bêyî bangê ti kes venegere.

Hevdîtina bi rojnamegeran re

Nêzîkî du salan e mijara hevdîtina rojnamegeran a bi Ocalan re jî tê axaftin.

Desthilatê peyam daye ku kanalên ragihandina Ocalan dê bên vekirin û ew dê bi rojnamegeran re bicive lê dixwaze ev gav li gorî rojeva wê pêk bê.

Heta niha li ser navên rojnamegerên ku dê beşdar bibin û saziyên ku dê weşanê bikin lihevkirin çênebûye.

Dîroka civîna çapemeniyê jî hîn nezelal e.

Tê gotin ku bang bi egereke mezin dê roja piştî îmzeya Erdogan û ketina meriyetê ya qonaxên yasaya çarçoveyê bê kirin.

Yasaya hejmar 7595 a taybet bi pêvajoya çareseriyê û vegera gerîlayên PKKyê 10ê Tebaxa 2026an bi 467 dengan li Parlamentoyê hat pejirandin û ji bo 6 mehan tê sepandin.

Banga Ocalan a danîna çekan û hilweşandinê 27ê Sibata 2025an hat kirin û PKKyê 12ê Gulana 2025an xwe fesix kir.

Pirsên