Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê fermî yê medyaya civakî Xê derbarê pêvajoya çareseriyê daxuyaniyek da û ragihand ku ew di gihandina encamê ya vê pêvajoyê de bi biryar in.
Erdogan got, "Ew kesên ku sûdê didin vê pêvajoyê dê navê xwe di dîrokê de binivîsin lê ew kesên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin."
Erdogan ev pêvajo wekî "projeyeke stratejîk a dewletê" bi nav kir û diyar kir ku Tirkiye nêzîkî çareserkirina yek ji mezintirîn pirsgirêkên xwe yên dîrokî ye.
"Dê hesaba vê yekê bidin milet"
Erdogan destnîşan kir ku divê hemû alî di vê serdemê de berjewendiyên takekesî deynin aliyekî û wiha pê de çû:
"Miletê me bi zîrekî û feraseta xwe ya bilind ji nêzîk ve dişopîne ka kî çi dike û kî çi dibêje. Di meseleyeke bi vî rengî de ew kesên ku ji berpirsiyariyê direvin, ji kesên din fermanan werdigirin û bi hincetên pûç pirsgirêkê paşguh dikin, ez bi eşkereyî dibêjim ku dê hisaba vê yekê bidin milet."
"Hevpeymaniya Cumhur di nav hevgirtineke yekgirtî de ye"
Serokkomarê Tirkiyeyê bal kişand ser hevahengiya partiya xwe û MHPyê ya di pêvajoyê de û got:
"Wekî Hevpeymaniya Cumhur em di nav hevgirtineke yekgirtî de ne. Çawa ku me di gelek qadan de gav avêt em dê pirsgirêka terorê ya ku nîv sedsal e welatê me dikişîne xwarê jî di nav de, çareseriyê ji hemû pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê re bibînin."
Peyama Erdogan a li ser 'Tirkiyeya Bêteror'
Erdogan di peyama xwe de bal kişand ser van xalan:
"Em bi biryar in ku pêvajoya xwe ya Tirkiyeya Bêteror a ku projeyeke stratejîk a dewletê ye bigihînin armanca wê.
Yên ku sûdê didin vê pêvajoyê dê navê xwe di dîrokê de binivîsin lê yên ku astengiyan derdixin dê di wijdana milet de mehkûm bibin.
Di demekê de ku Tirkiye ew qas nêzîkî çareserkirina yek ji pirsgirêkên xwe yên herî aloz bûye, luksa ti kesî nîne ku bi hisabên şexsî tevbigere.
Miletê me bi zîrekî û feraseta xwe ya kûr ji nêzîk ve dişopîne ka kî çi dike û kî çi dibêje.
Di meseleyeke wiha de yên ku ji berpirsiyariyê direvin, yên ku ji kesên din fermanan werdigirin û bi argumanên pûç gogê davêjin derveyî qadê, ez bi eşkereyî dibêjim, dê hesaba vê yekê bidin milet.
Em bawer dikin ku aqilê selîm, hesta hevbeş û îradeya çareseriyê di dawiyê de înşelah dê bi ser bikeve û em ji dil vê yekê hêvî dikin û dixwazin.
Em dê wekî Hevpeymaniya Cumhur di nav hevgirtineke yekgirtîde, pirsgirêka terorê ya ku nîv sedsal e welatê me bi paş ve dikişîne jî di nav de, çareseriyê ji pirsgirêkên kronîk ên Tirkiyeyê re bibînin."



