Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi biryardarî berdewam dike û got: “MÎTê berpirsiyariyên krîtîk girtine ser milê xwe.”
Yilmaz her wiha got ku piştî biryara hilweşandin û çekdanîna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) zemîna hiqûqî ya pêvajoyê hatiye bihêzkirin.
Cevdet Yilmaz li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê di dema pêşkêşkirina budceya sala 2027an a Serokkomariyê û saziyên girêdayî wê de axivî û bal kişand ser pêşhatên dawî yên pêvajoya çareseriyê.
“MÎTê berpirsiyariyên krîtîk girtine ser milê xwe”
Yilmaz amaje bi pêngavên hikûmeta Tirkiyeyê yên di çarçoveya pêvajoyê de kir û got:
“Di çarçoveya armancên Tirkiyeya Bêteror û Herêma Bêteror de ku di bin pêşengiya Serokkomarê me Birêz Recep Tayyîp Erdogan de bi rê ve diçin, Serokatiya Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) berpirsiyariyên gelekî krîtîk girtine ser milê xwe.
Xebatên ji bo bipêşxistina pêvajoyê bi biryardariyeke tam berdewam dikin.”
Desteya Hevahengiyê civiyaye
Yilmaz diyar kir ku piştî biryara hilweşandin û çekdanînê, li gorî rapora komîsyona Parlamentoyê yasayek bi 467 dengan hatibû pejirandin û bi vê yasayê re zemîna hiqûqî ya pêvajoyê bihêztir bûye.
Alîkarê Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku Desteya Hevahengiyê ya Yekbûn û Hevgirtina Neteweyî ya di bin berpirsiyariya wî de, 24ê Tebaxê û 28ê Îlona 2026an civiyaye û rêbazên xwe yên xebatê zelal kirine.
Wî her wiha got:
“Ji bo xebatên li qadê çar desteyên jêrîn dest bi xebatê kiriye.
Hemû saziyên me di nava hevahengiyeke temam de çalakiyên xwe yên ji bo temamkirina pêvajoyê didomînin.”



