کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Article hero image
TIRKIYE

Veqetandina 16 kontenjanan ji bo Kurdî bû sedema nerazîbûnê

Ferdî Sak

Ferdî Sak

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ferdî Sak
Ferdî Sak28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin
TIRKIYE28-11-2026

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin

Parlamenterê DEM Partiyê: Em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin
TIRKIYE28-11-2026

Parlamenterê DEM Partiyê: Em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê biryara damezrandina 15 hezar mamosteyan da lê ji wê hejmarê tenê 16 kontenjan ji bo mamosteyên zimanê Kurdî veqetandin û ev yek jî bû sedema nerazîbûnê.

Ji wan 16 kadroyan, 15 ji bo Kurmancî ne û yek jî ji bo Kirmanckî (Zazakî) ye.

Veqetandina hejmareke wisa kêm ji bo zimanê Kurdî nerazîbûn li pey xwe anîn.

Mamosteyên zimanê Kurdî yên ku bi salan e li benda tayînê ne nerazî ne û dixwazin ku wezaret ji bo wan hejmareke zêdetir veqetîne.

“Hevalên me bi neçarî karên cuda dikin”

Mamosteyê Kurdî Ferhat Topbaş li ser pirsgirêka tayînkirina mamosteyên Kurdî ji Rûdawê re wiha got:

“Ez jî wekî mamosteyekî Kurdî 8 sal in ji beşa Zimanê Kurdî derçûme û nêzîkî 4 sal in li Şaredariya Tetwanê dersên Kurdî didim.

Lê mixabin gelek hevalên wekî min ên ku ji beşên Kurdî derçûne hene û bi neçarî karên cuda cuda dikin.

Daxwaza me ji Wezareta Perwerdeyê ew e ku li gorî daxwaza gelê Kurd û xwendekarên Kurd mamosteyên Kurdî tayîn bikin. Em spasiya Rûdawê jî dikin ku dibe dengê mamosteyên Kurdî.”

Ji bo 86 hezar xwendekaran tenê 153 mamoste hene

Mamosteyên Kurdî yên ku tên tayînkirin li dibistanên seretayî û navîn ên ser bi Wezareta Perwerdeyê ve dersên vebijêrkî didin.

Li gorî amarên wezaretê, ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an li 321 dibistanên 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 86 hezar û 64 xwendekaran dersên vebijêrkî yên Kurdî hilbijartine.

Lê Hikûmeta Tirkiyeyê heta niha tenê 153 mamosteyên Kurdî ji bo dersên vebijêrkî tayîn kirine.

Serokê Komîsyona Perwerdeyê ya Kurdî ya Sendîkaya Memûr-Senê ya Amedê Hudaî Morsumbul li ser kêmiya hejmara mamosteyan wiha got:

“Ji bo 86 hezar xwendekarên ku dersên Kurdî hilbijartine herî kêm divê 350 mamoste bixebitin lê li dibistanan tenê 153 mamoste hene.

Wate ji bo wan xwendekarên ku dersa bijarte hilbijartine pêwîst e ku herî kêm 200 mamosteyên din bên damezrandin lê mixabin ev yek çênebû.”

448 xwendekaran beşên Kurdî hilbijartine

Mamosteyên Kurdî li zanîngehên Mêrdîn, Mûş, Amed, Çewlîg, Dêrsim û Wanê pê digihin.

Îsal li her 6 zanîngehan 448 xwendekar li beşên Ziman û Edebiyata Kurdî di qonaxên cuda yên lîsans, master û doktorayê de bi cih bûne.

Ew bi wê hêviyê dixwînin ku piştî temamkirina xwendina xwe bibin mamoste û bên damezrandin lê kêmiya hejmara damezrandinan bandorê li ser rewşa beşên Kurdî jî dike.

Mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Mêrdînê Kenanê Nado li ser bandora vê biryarê wiha axivî:

“Dibe ku bi hezaran kes hene ku dixwazin werin bibin mamoste û ji bo zimanê xwe bixebitin lê mixabin ev jî rastiyek e ku divê piştî qedandina beşa Kurdî karekî bi dest bixin.

Gelek ciwan û xwendekarên me ji ber vê pirsgirêkê beşên Kurdî tercîh nakin. Bi vî rengî ez dikarim bibêjim ku ev damezrandina dawî ne bi dilê mamosteyên Kurdî û Kurdan bû.”

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyeyê sala borî jî 25 hezar mamoste damezrandibûn û ji wê hejmarê jî tenê 6 kontenjan ji bo Kurdî veqetandibûn.

Nûçeyên Têkildar

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî
TIRKIYE28-11-2026

Ozgur Ozel li ser peyama Ocalan axivî

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin
TIRKIYE28-11-2026

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin

Parlamenterê DEM Partiyê: Em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin
TIRKIYE28-11-2026

Parlamenterê DEM Partiyê: Em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin

Pirsên