کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

Parlamenterê DEM Partiyê: Em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin

Ferdî Sak

Ferdî Sak

28-11-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Ferdî Sak
Ferdî Sak28-11-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin
TIRKIYE28-11-2026

Li Boluyê 10 zarokên keç û 3 karmendên ku winda bûbûn hatin dîtin

Cevdet Yilmaz: Hemû sazî ji bo temamkirina pêvajoyê di nav hevahengiyê de ne
TIRKIYE27-11-2026

Cevdet Yilmaz: Hemû sazî ji bo temamkirina pêvajoyê di nav hevahengiyê de ne

DEM Partî: Ocalan ji Ozgur Ozel re peyamek şandiye
TIRKIYE27-11-2026

DEM Partî: Ocalan ji Ozgur Ozel re peyamek şandiye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan bertek nîşanî biryarên Îraqê yên li ser Herêma Kurdistanê da û got, “Çawa ku di dema êrişên DAIŞê de em ji bo Rojavayê Kurdistanê bûn yek, em dê îro jî ji bo Başûrê Kurdistanê bibin yek û bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê biparêzin.”

“Alayên Kurdistanê hatin bilindkirin”

Şeva borî li navçeya Akdenîzê ya bajarê Mêrsînê yê Tirkiyeyê bi helkefta salvegera 48an a damezrandina PKKyê bi pêşengiya DEM Partiyê çalakiyek hat lidarxistin.

Di çalakiyê de alayên Kurdistanê hatin bilindkirin û li hemberî biryarên dawî yên Îraqê, peyamên piştevaniyê ji bo Herêma Kurdistanê hatin dayîn.

Dîmenên çalakiyê ji bo Rûdawê hatin şandin.

“Dilê Kurdan ti carî parçe nebûye”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrsînê Alî Bozan di çalakiyê de axivî û bertek nîşanî hikûmeta Bexdayê da.

Bozan ragihand ku tevî ku Kurdistan îro çar parçe ye jî dilê Kurdan ti carî parçe nebûye û her tim yek e û got:

“Pêwîst e hikûmeta Îraqê û hemû cîhan vê yekê baş bizanin.”

Alî Bozan êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi bîr xist û wiha pê de çû:

“Dema destpêka îsal çeteyên DAIŞê êrişî Rojavayê Kurdistanê kir, li seranserê her çar parçeyan gelê Kurd li hemû cîhanê bû yek û em ji bo Rojava rabûn ser pêyan.

Çawa ku em ji bo Rojava bûn yek, em dê ji bo Başûr û gelê Başûr jî bibin yek.

Çawa em bi rihê yekîtiyê li Kobaniyê û Rojava bi ser ketin, em dê bi rihê yekîtiyê Başûrê Kurdistanê jî biparêzin.”

Pirsên