Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê, 10 zarokên keç û 3 karmendên ku di vegera ji geştekê de pêwendiya bi wan re qut bûbû, piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên 10 demjimêran hatin dîtin.
Li gorî zanyariyan, ji bo 10 zarokên keç ên ku li Sîteya Malên Zarokan a Kocaeliyê dimînin û 3 karmendên berpirs, geşteke rojane ya ji bo Parka Xwezayî ya Yedîgoller û Golcukê ya Boluyê hatibû lidarxistin.
Temenê wan zarokên keç di navbera 14 û 17 salî de ye.
Lê di dema vegera ji geştê de pêwendiya bi otomobîla ku zarok û karmend tê de bûn re qut bû.
Piştî agahdarkirina saziyên pêwendîdar, tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ber bi herêmê ve hatin şandin.
55 tîm û 204 karmend beşdar bûn
Înê 27ê Çiriya Paşîn a 2026an demjimêr derdora 16:30î pêwendiya bi otomobîla ku ji geştê vedigeriya re qut bibû û li herêmê seferberiya lêgerîn û rizgarkirinê hatibû ragihandin.
Bi beşdariya 55 tîm û 204 karmendên AFADê, cendirmeyan û Wezareta Karên Navxwe û bi piştgiriya dronan xebatên lêgerînê dest pê kir.
Tîman piştî 10 demjimêran xwe gihand mînîbusa zarokan ku di nav heriyê de asê mabû.
“Em bi saxî gihîştin 10 zarokên xwe”
Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyeyê Mahînûr Ozdemîr Goktaşê piştî dîtina wan daxuyaniyek belav kir û got:
"Spas ji Xwedê re, em bi saxî gihîştin 10 zarokên xwe û 3 hevkarên xwe. Rewşa wan baş e."
Şofêrê otomobîlê Nazîf Ege li ser bûyerê diyar kir ku wî xwestiye bi rêyeke kurttir derbasî Duzceyê bibe lê otomobîl di nav heriyê de asê maye.
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî jî da zanîn ku her 13 kes ji bo Fermandariya Cendirmeyan a Boluyê hatine veguhestin û dê piştî pişkinînan ji bo Kocaeliyê bên şandin.



