Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê Karên Derve Felah Mistefa li Foruma Şerqê ya li Stenbolê ragihand ku pergala cîhanê têk çûye û pêwîst e gelên herêmê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin, ne aliyên din.
Foruma 10emîn a Şerqê bi beşdariya nûnerên zêdetirî 50 welatan û nêzîkî du hezar ciwan û kesayetan di bin dirûşma "Wextê Rojhilat e" li Stenbolê dest pê kir û dê 2 rojan berdewam bike.
Felah Mistefa tevlî paneleke bi navnîşana "Pergala Navneteweyî ya Nû: Qanûnên wê dê çawa bên dariştin?" bû.
Wî diyar kir ku divê pergala navneteweyî bi rengekî bê rêkxistin ku xelkê herêmê di nav de xwedî gotin û rol be.
3 prensîbên sereke yên ji bo herêmê
Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê yê Karên Derve tekezî li ser 3 prensîbên bingehîn ên ji bo gelên rojhilatê kir:
Yekem: Qebûlkirin, rêzgirtina ji hev û bihevrejiyan.
Duyem: Biryardana li ser çarenivîsa xwe û parastina berjewendiyên hevbeş.
Sêyem: Rastbêjî û nehiştina siyaseta durûtiyê.
Felah Mistefa her wiha got, "Aramiya navxwe û ya derve ya welatan bi hev ve girêdayî ne.
Divê ewlehî bi rêya beşdariya hemûyan û li ser esasê bingehên demokratîk pêk were da ku em ji qonaxa rikberiyê derbasî qonaxa hevkariyê bibin."
Felah Mistefa girtina Tengava Hurmizê wekî mînak nîşan da û got:
"Girtina tengavê bandor li hema hema hemû cîhanê kir û Îraq û welatên cîran jî ji vê yekê bi bandor bûn.
Ev jî nîşan dide ku heke em ne parçeyek ji pirsgirêkê bin jî, çi tiştê ku li herêmê diqewime bandorê li me dike."
Wî da zanîn ku êdî cîhan ne ducemserî ye û li kêleka hêzên herêmî û navîn, gelên bêdewlet û lîstikvanên nedewletî jî hene ku dikarin rolekê di asayîşê de bilîzin û divê li ber çavan bên girtin.
Felah Mistefa li ser çareserkirina pirsgirêkên herêmî û navbeynkariyê qal kir ku divê pêşanî bên diyarkirin û ji bo her pirsgirêkê çareseriyeke taybet bê dîtin.
Wî destnîşan kir ku nabe di bicihanîna hiqûqa navneteweyî û mafên mirovan de siyaseta durû bê meşandin lê divê yasa ji bo her kesî be û gelên herêmê ji bêdengiyê derkevin û li ser maseya dan û standinan bibin xwedî biryar û beşdar.
Wî her wiha bi bîr anî ku ti pergala nû ya cîhanê bêyî rewatî û dadperweriyê bi ser nakeve û ji aliyê gelan ve nayê qebûlkirin.
"Divê cîhana Îslamê xwedî li herêmê derkeve"
Di beşeke din a forumê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di gotarekê de ragihand ku di pergala cîhanê de guherînên mezin çêdibin û cîhana Îslamê ya ku zêdetirî çaryeka nifûsa cîhanê pêk tîne, di dilê vê guherînê de ye.
Hakan Fîdan got, "Bi dehsalan çarenivîsa me bi wan biryaran ve girêdayî bû ku li derve dihatin dayîn.
Heke em dudil bibin û rawestin, dê kesên din li şûna me biryarê li ser paşeroja me bidin."
Fîdan da zanîn ku Rêxistina Hevkariya Îslamî ji 57 welatan pêk tê û heke bibin yek dikarin cîhaneke dadperwertir ava bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê xwest ku welatên herêmê bixwe pirsgirêkên xwe çareser bikin û du mînak anîn zimên:
Ya yekem "Hevpeymaniya Mekeyê ya ji bo Parastinê" ya di navbera Tirkiye, Erebistana Siûdî û Pakistanê de ye.
Ya duyem jî "Çaralî ya Herêmî" ya di navbera Misir, Pakistan, Siûdiye û Tirkiyeyê de ye.
Li ser Filistînê jî got ku Filistîn qiblegeha sereke ya exlaqî ye û aştiyeke mayînde tenê bi rêya çareseriya du dewletan û avakirina Dewleta Serbixwe ya Filistînê ya bi paytextiya Qudsa Rojhilat pêk tê.
Axêverên din ên Foruma Şerqê çi dibêjin?
Di destpêka Foruma 10emîn a Şerqê de Serokê Forumê Wezah Xenfer ragihand ku sedsala Sykes-Picot, heqaret û perçebûnê bi dawî bûye û niha "Wextê Rojhilat e."
Xenfer diyar kir ku petrol, samanê zêde û pêwendiyên germ ên li gel Rojava nekarîn asayîşê ji bo herêmê dabîn bikin, lewma divê gelên rojhilatê sînor, mezheb û neteweyan derbas bikin û ji bo avakirina paşeroja xwe pişta xwe bidin yekîtiya leşkerî û aborî.
Seroka Koma Krîzên Navneteweyî Comfort Ero di panelê de qal kir ku pergala navneteweyî ber bi qonaxeke derbasbûnê ve diçe ku tê de şer bûye tiştekî asayî, zexta aborî û bac wekî çek tên bikaranîn û mentiqê hêzê serdest e.
Eroyê anî zimên ku rola hêzên wekî Tirkiye, Afrîkaya Başûr, Misir û Fasê zêdetir bûye ji ber ku êdî garantiyên ewlehiyê yên Amerîkayê cihê baweriyê nînin.
Wê her wiha tekez kir ku tevî kêmasiyan jî saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Navneteweyî ya Dadê (ICJ) hîn jî girîngiya xwe diparêzin û dikarin dadperweriyê pêk bînin, wekî ku di dosyeya gelê Rohîngyayê de hat dîtin.
Akademîsyen û lêkolînerê Tirkiyeyî Talha Kose da zanîn ku xisleta şer guheriye û bûye şerê elektronîk ku tê de binesazî, kabloyên deryayî û agahî dibin armanc û şirketên teknolojiyê xwedî roleke mezin a di parastin û asayîşê de ne.
Kose her wiha got ku paşvekişîna çarçoveyên piralî wiha kiriye ku destpêşxêriyên herêmî û navxweyî bibin pêdiviyeke sereke ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Pisporê warê navbeynkariyê Xeldûn Şerîf diyar kir ku şêwaz û navendên navbeynkariyê hatine guherîn û navenda aştiyê ji Cenevreyê ber bi bajarên wekî Stenbol, Doha û Îslamabadê ve veguhêziye.
Wî destnîşan kir ku qezenckirina şer nayê wateya qezenckirina aştiyê û ti aştiyeke ku ji derve were ferzkirin bi ser nakeve heke xelkê herêmê (wekî Xezeyê) xwedî lê dernekevin. Hunerê navbeynkariyê jî ew e ku mirov bigihîje lihevkirinekê bêyî ku wekî teslîmbûnê derkeve pêş.
Foruma Şerqê çi ye?
Foruma Şerqê saziyeke serbixwe ya navneteweyî ye ku sala 2008an ji aliyê Wezah Xenfer ve hatiye damezirandin û navenda wê ya sereke li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê ye.
Ev forum salane bi beşdariya siyasetmedar, rewşenbîr, akademîsyen û ciwanên ji seranserê cîhanê konferans û civînên cuda saz dike.
Armanca wê geşkirina diyalogê, bipêşxistina dîtina stratejîk û xurtkirina hevkarî û temamkeriyê ye di navbera gel û welatên rojhilatê de.


