Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 4 milyon û 700 hezar kesên astengdar hene.
Hikûmeta Tirkiyeyê di budceya sala 2027an de ji bo piştgiriya wan nêzîkî 330 milyar lîreyî (6,5 milyar dolar) terxan kiriye.
Ev pere li gorî budceya sala 2026an ji sedî 31,3 zêde bûye ku sala borî 250 milyar lîre bû.
Li aliyê din, li Enqereyê bi pêşengiya DEM Partiyê û bi beşdariya nûnerên komele û federasyonên astengdaran komxebatek hat lidarxistin.
Di komxebatê de daxwaz hat kirin ku budce bi awayekî dadperwer bê dabeşkirin û piştgiriya ji bo astengdar û kesên temenmezin bê zêdekirin.
Amarên fermî yên li ser astengdaran
Li gorî amarên fermî yên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê li wî welatî nêzîkî 4 milyon û 700 hezar kesên astengdar dijîn.
Hikûmeta Tirkiyeyê her sal di çarçoveya budceya giştî de ji bo piştgiriya kesên astengdar û xercên wan pereyan vediqetîne.
Li gorî amarên budceya sala 2027an, ji bo kesên astengdar û xizmetên piştgiriyê yên têkildarî wan, nêzîkî 330 milyar lîreyî (6,5 milyar dolar) hatiye veqetandin.
"Daxwaza me ew e ku mafê me bê dayîn"
Serokê Komeleya Astengdaran a Şirnexê Tayîp Ugur bal kişand ser rewşa astengdaran û got:
"Mixabin salê tenê rojekê, ew jî 3ê Kanûna Pêşîn Roja Astengdaran e. Wê rojê ji me re dibêjin hûn gul in û hûn çîçek in lê mixabin ne wisa ye. Em seqet in û rastiya me ev e. Daxwaza me ew e ku di warê kar, meaş û xizmetên din de mafê me bê dayîn."
Li Enqereyê komxebatek hat lidarxistin
Li Enqereyê jî bi pêşengiya DEM Partiyê û bi beşdariya nûnerên sazî û federasyonên kesên astengdar komxebatek hat lidarxistin.
Di vê komxebatê de bi berfirehî li ser pişka astengdaran a ji budceya giştî û pirsgirêkên wan nîqaş hat kirin.
Her wiha bangî hikûmetê hat kirin ku budce bi awayekî dadperwer bê dabeşkirin û hewcedariyên astengdaran bên misogerkirin.
Endamê Federasyona Astengdaran Ebdulmecît Yilmaz li ser armanca civînê anî zimên:
"Wekî hûn dizanin DEM Partî mehane bi navê 'Edalet, Budce û Nan' kampanyayekê dimeşîne.
Îro em jî di çarçoveya vê kampanyayê de li Enqereyê gihîştin hev.
Em wekî saziyên civaka sivîl dixwazin daxwazên xwe bigihînin siyasetmedaran."
Kemal Bakinê astengdar jî li ser beşdariya komxebatê got:
"Em ji gelek bajarên cuda hatine. Ez ji Amedê hatime, hevalên me yên ji Mêrdînê, ji Bakurê Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyeyê jî hatine.
Li ser navê astengdaran federasyon û konfederasyonên me jî cihê xwe digirin."
Budceya 2027an ji sedî 31,3 zêde bûye
Li gorî amarên budceyê, beşa piştgiriya kesên astengdar û temenmezin a ji budceya giştî ya sala 2026an nêzîkî 250 milyar lîreyan bû ku bi hesabê wê demê nêzîkî 5 milyar dolaran dikir.
Ev mîqdar ji bo 2027an gihîştiye nêzîkî 330 milyar lîreyî ku ev jî nîşana zêdebûneke nêzîkî ji sedî 31,3yan e.


