Hewlêr (Rûdaw) - Pêvajoya çareseriyê li benda damezirandina Desteya Çavdêriyê ya 19 kesî ya Parlamentoya Tirkiyeyê ye.
Divê partiyên siyasî heta 30ê vê mehê endamên xwe yên ji bo desteyê bi fermî diyar bikin.
Tiştê nedihat çaverêkirin, helwesta Partiya Nûyê ye ku biryar daye beşdarî desteyê nebe.
“Aştî di ser her tiştî re ye”
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser vê mijarê wiha got:
“Divê Serokê Giştî yê Partiya Nû Ozgur Ozel endaman bide wê desteyê. Ji ber ku di heman demê de deynê wefadariyê yê Partiya Nû li hemberî me heye.
Me di 5 hilbijartinan de dengê xwe da berbijêrên Partiya Nû. Aştî di ser her tiştî re ye.”
“Ti endamên me di Desteya Çavdêriyê de nabin”
Partiya Nû bersiva Serokê Parlamentoyê da û di nivîsa xwe de amaje bi wê yekê kir ku paşxistina pêşniyarên demokratîkbûnê ji bo demeke nediyar nayê qebûlkirin.
Partiya Nû her wiha diyar kir ku Pirsgirêka Kurdan tenê ji terorê pêk nayê.
Wekî nîşandana nerazîbûnê di nivîsa wan de wiha hat gotin:
“Ti endamên me di Desteya Çavdêriyê de nabin.”
Partiya Nû dibêje, “Nabe ev biryara me wekî helwesteke li dijî bidawîanîna terorê yan çareserkirina Pirsgirêka Kurdan were şîrovekirin.”
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî li ser vê biryara Partiya Nû wiha got:
“Eger beşdarî wê desteyê nebin, dê keda xwe jî înkar bikin û zererê bidin wê keşûhewaya erênî ya ku li Tirkiyeyê çêbûye.”
3 mercên HUDA PARê ji bo çareseriyê
Derneketina biryara piştrastkirinê ji Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê û vekişîna mezintirîn fraksiyona mixalefetê ji Desteya Çavdêriyê ya pêvajoyê, metirsiya sistbûna pêvajoyê zêdetir kiriye.
Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî li ser mijarê got:
“Gihîştina pirsgirêkê bi çareseriyeke mayînde xwedî 3 mercên sereke ye.
Ya yekem, îradeyeke xurt ku li ber astengiya herî biçûk paş ve venekişe.
Ya duyem, wêrekiyek ji bo cîbicîkirina çareseriya rast bêyî tirs.
Ya sêyem jî dilsozî ye.”
Heta niha tenê MHP û CHPyê endamên xwe yên ji bo desteyê diyar kirine.
Biryar e di destpêka meha Kanûna Pêşîn de ew deste di bin sîwana Parlamentoyê de dest bi kar bike û çavdêriya cîbicîkirina yasaya taybet a pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê desthilata cîbicîkar ve bike.



