کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

TIRKIYE

STENBOL - Li ber Konsulxaneya Îsraîlê pevçûn, kuştî hene

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

07-04-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

07-04-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê, li ber avahiya ku Konsulxaneya Îsraîlê lê ye dengê çekan hat bihîstin.

Piştî rûdanê gelek polîs çûn cihê bûyerê.

Hêzên ewlehiyê li herêmê tedbîrên tund ên ewlehiyê standin.

Gerînendehiya Ewlehiyê ya Stenbolê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "3 kes hatine bêbandorkirin."

Parêzgar daxuyanî da

Parêzgarê Stenbolê Davut Gul li ser bûyerê daxuyanî da û ragihand ku ji sê êrişkaran du jê bi birîndarî hatine girtin û êrişkarek jî hatiye kuştin.

Gul eşkere kir ku di rûdanê de du polîs jî bi sivikî birîndar bûne.

Davut Gul li cihê bûyerê li ser êrişa li ber Konsulxaneya Îsraîlê ya li Beşîktaşê daxuyanî da.

Wî ragihand, "Ji wan terorîstên ku êrişî konsulxaneyê kir yek hat kuştin, du jê jî bi birîndarî hatin girtin."

Êrişkar bi çekên lûledirêj bûn

Hat dîtin ku her sê êrişkaran çekên lûledirêj bi kar anîne.

Her wiha cilên kamûflajê li wan bûne û çenteyên piştê bi wan re hebûne.

Dest bi lêpirsînê hat kirin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser dengê çekan ê li derdora Konsulxaneya Îsraîlê dest bi lêpirsînê kiriye.

Wezîrê Karên Navxwe daxuyanî da

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Mustafa Çîftçî li ser rûdana li Stenbolê daxuyaniyek belav kir.

Çîftçî di daxuyaniya xwe de got, "3 kesên ku li Stenbolê li ber Blokên Plaza yên Yapî Krediyê bi polîsên me yên wezîfedar re ketibûn şerê bi çekan, hatine bêbandorkirin.

Di şer de du polîsên me bi sivikî birîndar bûne."

#VÎDEO - Li Stenbolê, li ber Konsulxaneya Îsraîlê pevçûn... Kuştî û birîndar hene

🎙️ Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk agahiyên herî nû dide pic.twitter.com/RSCle759RA

— RudawKurdi (@RudawKurdi) April 7, 2026

"Bi otomobîleke bi kirê ji Îzmîtê hatine"

Wezîrê Karên Navxwe da zanîn ku nasnameyên wan hatine tesbîtkirin û wiha li pey çû:

"Hat tesbîtkirin ku ew kes bi otomobîleke bi kirê ji Îzmîtê hatine Stenbolê.

Pêwendiya yekî ji wan bi rêxistineke ku dîn îstîmar dike re heye. Her wiha hat diyarkirin ku ji wan her du terorîstên ku birayên hevdû ne, qeyda yekî li ser madeyên hişbir heye."

#VÎDEO - Dema pevçûnê....

🛑 Li Stenbolê, li ber Konsulxaneya Îsraîlê pevçûn, kuştî û birîndar henehttps://t.co/CauAY6cAcM pic.twitter.com/ueAWUzsODf

Pirsên