کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Heval Bozdag / Wêne: Ji vîdeoyê

Heval Bozdag / Wêne: Ji vîdeoyê

TIRKIYE

Heval Bozdag: 15 meh derbas bûn lê hikûmetê ti gav neavêtine

RÛDAW

RÛDAW

13-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW13-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Agiriyê yê DEM Partiyê Heval Bozdag ragihand ku tevî derbasbûna 15 mehan ji ser banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan, hikûmeta Tirkiyeyê ji bo pêvajoya çareseriyê hîn jî ti gav neavêtine û polîtîkayek pêk neaniye.

Heval Bozdag destnîşan kir ku nabe desthilat berpirsiyariyên xwe paş bixe.

Bozdag her wiha bangî welatiyan kir ku 16ê Gulanê li dijî rawestandina pêvajoyê derkevin qadan.

Parlamenterê DEM Partiyê Heval Bozdag îro di rûniştina Parlamentoya Tirkiyeyê de derbarê rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê axivî.

Heval Bozdag ji ber neavêtina gavên yasayî rexne li hikûmeta Tirkiyeyê girtin.

"15 meh derbas bûn"

Bozdag bal kişand ser banga 27ê Sibata 2025an a Abdullah Ocalan û got:

"Ji wê bangê û vir ve 15 meh derbas bûn lê mixabin ti polîtîkayeke wisa nehat amadekirin ku bersiva daxwazên gel bide û dilgiraniyan ji holê rake.

Nêzîkatiya desthilatê ya ku berpirsiyariyên xwe bi wext re dabeş dike û pêvajoyê nezelal dihêle, di xaleke wiha dîrokî de nayê qebûlkirin.

Îro pêdiviya herî mezin a civakê ne bi aştiyeke bipaşxistî lê bi îradeyeke mezin a aştiyê heye."

Pirsgirêka Kurdan û Enqere

Heval Bozdag di axaftina xwe de amaje bi Foruma Azadî û Aştiya Civakî ya li Amedê da.

Wî destnîşan kir ku ev forum nîşaneya xwesteka jiyana hevbeş û çareseriya demokratîk e.

Parlamenterê DEM Partiyê diyar kir ku divê ev dengê ji Amedê bilind dibe li Enqereyê were bihîstin da ku Pirsgirêka Kurdan bi rêyên siyasî were çareserkirin.

Çalakiya 'Gavek ji bo Aştiyê'

Heval Bozdag ragihand ku ew wekî DEM Partî 16ê vê mehê ji bo balkişandina li ser gavên yasayî yên pêvajoyê, li piraniya bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên bi navê ‘Gavek ji bo Aştiyê’ li dar dixin.

Bozdag bangî welatiyan kir ku beşdarî wan çalakiyan bibin.

Pirsên