کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kemal Kiliçdarogl û Ozgur Ozel / Wêne: Rûdaw Grafîk

Kemal Kiliçdarogl û Ozgur Ozel / Wêne: Rûdaw Grafîk

TIRKIYE

Ozgur Ozel û Kemal Kiliçdaroglu bi telefonê axivîn

RÛDAW

RÛDAW

22-05-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
RÛDAW
RÛDAW22-05-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Ozgur Ozelê ku ji serokatiya CHPyê hat dûrxistin û Kemal Kiliçdarogluyê derbasî şûna wî bû bi telefonê axivîn.
Di hevdîtinê de Ozgur Ozel daxwaza kongreyê kir.
Şêwirmendê Ragihandinê yê Kemal Kiliçdaroglu, Atakan Sonmez eşkere kir ku Kiliçdaroglu niyeta xwe ya ji bo birina partiyê ya ber bi kongreyê ve bi Ozel re parve kiriye.
Kiliçdaroglu da zanîn ku ew dixwaze di "dema herî guncav" de kongreyê li dar bixe lê Ozel tekezî li ser wê yekê kir ku divê kongre di demeke kurt de were kirin.
Li gorî agahiyên ku ji Navenda Giştî ya CHPyê hatine wergirtin, Ozel anî ziman ku piştî biryara dadgehê di nav endamên partiyê û welatiyan de hêrseke mezin heye.
Ozel destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê biryara kongreya awarte were standin û diyar kir ku hemû partiyên siyasî, sendîka, jûrên pîşeyî, saziyên civakî û baro vê biryarê wekî neyasayî dibînin û got, "Ev daxwaza endamên partiyê û gel e, ez di vê mijarê de tawîzan nadim."
Nakokiya li ser demê
Kiliçdaroglu li ser daxwaza Ozel anî ziman ku niyeta wî heye ku di dema herî guncav de partiyê bibe kongreyê lê belê Ozel destnîşan kir ku dema herî guncav, "dema herî nêzîk" e.
Atakan Sonmezê ku ji aliyê Kiliçdaroglu ve wekî Şêwirmendê Ragihandinê hatibû tayînkirin, li ber ofîsa Kiliçdaroglu daxuyaniyek da.
Kiliçdaroglu bi kê re dicive?
Sonmez eşkere kir ku Kiliçdaroglu niha bi parlamenterên CHPyê, şaredar, endamên meclisa partiyê û serokên parêzgeh û navçeyan re dicive.
Sonmez ragihand ku ti hevdîtinên plankirî yên Kiliçdaroglu bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî re nînin.
Sonmez li ser hevdîtina Ozel û Kiliçdaroglu ev agahî dan:
"Doh her du aliyan telefonî hev kiribû lê ji ber qerebalixiyê hevdîtin pêk nehatibû.
Berî demekê ev hevdîtin çêbû.
Kiliçdaroglu niyeta xwe ya ji bo birina partiyê ya kongreyê bi Ozel re parve kir.
Ozel jî anî ziman ku ew dê vê mijarê bi hevalên xwe re binirxîne û pişt re bersivekê bide Kiliçdaroglu."

Pirsên