کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Avahiya CHPyê / Wêne: Arşîv

Avahiya CHPyê / Wêne: Arşîv

TIRKIYE

111 parlamenterên CHPyê banga kongreyê kir

Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-06-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Maseya Edîtoran a Rûdawê

Maseya Edîtoran a Rûdawê

01-06-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin
TIRKIYE19-11-2026

Li Edîrne û Kirklareliyê 29 koçberên neyasayî hatin desteserkirin

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir
TIRKIYE19-11-2026

Bahçelî 7 pirsgirêkên Tirkiyeyê rêz kirin û banga çareseriyê kir

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê
TIRKIYE18-11-2026

Ozgur Ozel: Partiya NÛ endaman nade Desteya Çavdêriyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li CHPyê piştî krîza birêvebiriyê ya ku bi biryara dadgehê dest pê kir, ji 138 parlamenterên partiyê 111 parlamenteran daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Parlamenteran ragihand ku ew dîzaynkirina partiyê ya bi biryarên dadgehê qebûl nakin.

Wan xwest ku 12ê Tîrmeha 2026an Kongreya Awarte bê lidarxistin.

Dadgehê biryar dabû

Li Partiya Gel a Komarî (CHP), piştî ku Dadgeha Enqereyê li ser Kongreya 38emîn a Asayî biryara betalkirinê da, tevger û alozî derbasî qonaxeke nû bûn.

111 parlamenterên ku piraniya koma partiyê pêk tînin, li dijî midaxeleya darazê daxuyaniyeke hevpar îmze kir.

Wan di vê daxuyaniyê de bal kişand li ser îradeya delegeyan.

"Delege biryarê didin"

Parlamenteran da zanîn ku ew qebûl nakin partî bi biryarên dadgehê yên li dijî destûrê were dîzaynkirin.

Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:

"Hêza yekane ya ku dê li ser rê, rota, qeder û birêvebiriya partiya me biryarê bide, delegeyên me ne ku di nav endamên me de bi hilbijartinan tên."

Metirsiya beşdarnebûna hilbijartinan

Parlamenteran hişyarî da û got ku heger ev krîz çareser nebe û CHP heta 25ê Tîrmeha 2026an kongreyê li dar nexe, partî dê rûbirûyî xetereya beşdarnebûna hilbijartinan bibe.

Wan ji bo ku ev xetere ji holê rabe û îradeya partiyê bi awayekî zelal derkeve holê, bangî partiyê kir ku 12ê Tîrmeha 2026an Kongreya Awarte kom bibe.

Ozgur Ozel jî di nav wan de ye

Di nav wan 111 kesên ku daxuyaniya hevpar îmze kiriye de, Ozgur Ozel jî heye ku bi biryara dadgehê desthilata wî ya serokatiya giştî jê hatiye standin.

Her wiha di lîsteya îmzekeran de kesên girîng ên partiyê yên wekî Murat Emîr, Gokhan Gunaydin, Alî Mahîr Başarir, Denîz Yucel, Engîn Altay, Sezgîn Tanrikulu, Namik Tan û Velî Agbaba jî cih digirin.

Di dawiya daxuyaniyê de peyama xwedîderketina li komar û demokrasiyê hat dayîn û hat gotin:

"Em dê li hemberî zextên siyasî û hiqûqî parastina îradeya partiya xwe bidominin."

Helwesta baskê Kemal Kiliçdaroglu ya li hemberî vê bangê, dê di rojên pêş de rotaya CHPyê diyar bike.

Pirsên