Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand ku divê têkiliyên Kurd û Tirkan li ser bingeha wekheviyê ji nû ve werin avakirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro di civîna Koma DEM Partiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê de axivî.
Tuncer Bakirhan qala bûyerên CHPyê kir û got, "Destwerdana darazê ya li CHPyê, fikarên li ser pêvajoya aştiyê zêde kirin."
Wî anî zimên ku vê rewşê bêbaweriya di nav civakê de jî zêdetir kiriye.
Bakirhan diyar kir ku Doza Kurdan mijara maf, demokrasî, azadî, nûnertiya siyasî û naskirinê ye.
"Pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye"
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê li ser pêvajoyê ev peyam da:
“Ev pêvajo ne tenê Pirsgirêka Kurdan e. Ne tenê çareserkirina Pirsgirêka Kurdan e. Ev pêvajo di rastiyê de pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê ye."
Bakirhan bangî hemû civakê kir ku xwedî li pêvajoyê derkevin û wiha pê de çû:
"Eger em bi mixalefet, civaka sivîl û rêxistinên demokratîk re li vê pêvajoyê xwedî derkevin, em dikarin Tirkiyeyê bigihînin qonaxeke nû.
Divê em bi xelkê Edene, Sînop, Edîrne û Qersê re li vê pêvajoyê xwedî derkevin."
"Dê zererê bide paşeroja welêt"
Bakirhan hişyarî da ku aloziyên navxweyî dê pêvajoyê têk bibin û got:
"Em dixwazin li ser vê bingehê hişyariyekê bidin. Tiştên ku diqewimin dê bibin sedema aloziyên navxweyî. Ev yek dê bandorê li pêngavên pêvajoya aştiyê jî bike."
Bakirhan da zanîn ku ev yek nayê qebûlkirin û gotinên xwe wiha bi dawî kirin:
"Ev yek ne sûd e, zerer e. Dê zererê bide civakê, pêvajoyê û paşeroja welêt.”
