کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Laleş

Laleş

news

Kurdên êzidî ji bo Cejna Qurbanê çûne hecê

Pêşewa Behlewî

Pêşewa Behlewî

03-09-2017
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Pêşewa Behlewî
Pêşewa Behlewî03-09-2017

Nûçeyên Têkildar

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine
ÎRAQ25-11-2026

Şandeya PDKyê ji Serokê Parlamentoya Îraqê xwest li hemberî binpêkirina destûrê bisekine

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê
Kurdistan25-11-2026

Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê: Divê destûr bibe bingeha çareseriyê

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin
Kurdistan25-11-2026

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk: Biryarên Bexdayê yên li dijî Herêma Kurdistanê nayên qebûlkirin

Laleş (Rûdaw) – Her sal Cejna Qurbanê ya kurdên êzîdî û mislimanan dikevine heman rojên. Rojek an jî du roj piştî cejna mislimanan, êzidî jî Cejna Heciyan pîroz dikin.

Kurdên êzidî ji bo ferza heca xwe, diçine perestgeha Laleşê. Ji serê sibê de, biçûk û mezinan ji bo, ku bibin “Hecî” berê xwe didin Leleşa Nûranî.

Hinek malbatên kurdên êzidî tev de serdana Perestgeha DAIŞê dikin. Ew li vir dua û niyazan dikin.

Ji dema êrîşa DAIŞê ya ser Şingalê ya sala 2014ê heta niha, kurdên êzidî li peresgeha Laleşê, di vê cejnê de rêwresmên taybet saznakin. Lê dîsa jî heca xwe dikin.   

Mamosteyê zanîngehê Îmad Îlyas dibêje: “Em hersal weke niha berê xwe didin Laleşê. Ji bo hemû cîhanê xêrê dixwazin.”

Kurdên êzidî jî Cejna Qurbanê pîroz dikin lê beşek ji çîna feqîran, ku çîneke oldar in, beriya rojekê vê cejnê pîroz dikin.

Micêwir û xilmetkarê Laleşê Hesen Husên diyar dike: “Her yek cejn e, lê beşek ji feqîran, oldar û hesabdaran rojek beriya me cejna xwe pîroz dikin. Lê cejn cejna êzdiyan e û yek e.”

Malbata Besnayê jî ji Komelgeha Xansora Şingalê ne lê niha li kampeke koçberan a Duhokê dimînin. Rewş çawa dibe bila bibe, ew xwe dixemlînin û ji bo cejnê diçine Laleşê.  

Besna Osman diyar dike: “Laleş li ba me pîroz e. Di vê cejnê de dilê me piçekê nexweş e. Gelek hevalê me li derve ne. Gelek di destê DAIŞê de mane. Ji ber wê yekê dilê me şikestiye."

Kemo Osman  jî dibêje: “Em dua û niyazan dikin û ji Xwedê dixwazin alîkariya me bike da ku careke din vegerin Şingalê.”

Li seranserê cîhanê mirovên bawermend, di rojên taybet de serdana cihên ayînî dikin. Kurdên êzidî jî di hemû cejn û boneyên taybet de berê xwe didin Laleşê. Di vê cejnê de niyaz û duayên wan ew e, ku demek ji ya din zûtir vegerin Şingalê, keç û jinên ji aliyê DAIŞê hatine revandin jî werin rizgarkirin û vegerin nav wan.

Pirsên