Duhok (Rûdaw) – Li nexweşxaneyekî Duhokê hevjîna pêşmergeyekî 5 zarok anîn. Bavê zarokan dibêje: “Ezê navê wan bikim Dewlet, 'İstîfda (Giştpirsî), Îstîqlal (Serxwebûn), Pêşmerge û Kurdistan.”
Hevjîna pêşmergeyekî bi zikekê, yek jê keç, 5 zarok anîn.
Pêşmergeyê bi navê Mehmûd Elî, ku bavê 5 zarokên cêwî ye, ji gundê Kehrîz a navçeya Zûmmarê ye.
Mehmûd Elî dibêje ew pir kêfxweş e, ku hevjîn û zarokên wî bi tendurust in: “Navê keça min dê Kurdistan be, kur jî dê Dewlet, Rapirsî, Serxwebûn û Pêşmerge be.”
Mehmûd Elî da xuyakirin, ku 3 kurên wîn yên din jî hene û ji bo xwedîkirina zarokan alîkarî ji berpirsên parêzgeha Duhokê xwest.
Pizîşka jidayikbûn û jinan Perwîn Cabar jî got: “Ji bo zarokan û dayika wan neştergerî hatiye kirin. Pir zahmet e ku bi zikekê 5 zarok çêbibin. Lê niha rewşa wan gelek baş e.”
Rêveberiya nexweşxaneyê jî dibêjin ew bi hûrgûlî rewşa tendurustiya zarokan dişopînin. Herwiha diyar dikin, ku ew dê bi hemû awayî alîkariyê bidin malbatê.
Li gel biryara referandûmê, beşak ji hemwelatiyên Başûrê Kurdistanê, ji bo amajedana serxwebûnê navên weke “Serxwebûn, Giştpirsîû Belê” dane zarokên xwe.



