کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Taşteya Wanê roj bi roj stêrka xwe geş dike

Mehdî Mutlu

Mehdî Mutlu

04-03-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.
Mehdî Mutlu
Mehdî Mutlu04-03-2020

Peyamnêr û pêşkêşkarê Tora Medyayî ya Rûdawê li ofîsa Amedê ye.
Mehdî Mutlû li ba şêniyên hemû parçeyên Kurdistanê nûçegihan û pêşkêşvanekî hezkirî ye.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Wan (Rûdaw) - Mirtoxe, poxîn, jajî, penîrê bi sîrik, siyabo û mendê ev cureyên xwarinan di taşteya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê de tê xwarin ku li hemû cîhanê ew bajêr bi nav û deng kiriye.

Taşteya Wanê di roja me de hem bûye amûreke geştyariyê û hem jî kerteke ku roj bi roj stêrka xwe her geştir dike.

Derdorê bajarê Wanê bi çiyayên asê girtîne, alîyeke wê dikeve rexê Serhedê alîyekê wê jî rexê Botan û Behdînan e, di navbera van çiyayên bilind û asê de zozanên bi nav û deng hene, hilberînên şîrî û gihayên ku ji zozanên Muks, Şax, Fereşîn, Berçelan û Westan têne hilberandin li bajarê Wanê dibin cureyên taştê û ev hilberînên tamxweş têne ser sifreyên mêvanan.

Derbarê taşteya Wanê de xwediyê Qesra Taştê Yûsûf Konak ji Rûdawê re got: “Penîr, mirtoxe, qawût ango poxîn, ev hilberînên me bi destê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Wanê hatine tomarkirin û herwisa wek sembola geştyariyê hatine pesendkirin, kokê van hilberînan Wanî ne, dê û bavên wan jî Wanî ne, ne yê tu derekî ne, niha em lê dinêrin ku li her aliyê Tirkiye û Bakur qesrên taştêfiroşiyê hatine vekirin. Li Stenbolê ez digeriyam min dît ku li ser tabloyekê nivîsandine Qesra Taştê ya Wanê, ez ketim hundir û min pirsyar kir,  ‘hun xelkê ku derê ne?’ camêr ji min re got em Sûrî ne, Erebên Suriye bûn,  min ji wan re got hey mala te ka Sûrî li ku derê û taştêya Wanê ku derê. "

Mêvan û geştyarên ku diçin bajarê  Wanê gelek caran di nav rojê de tenê du dan xwarinê dixwin; ango ew kesên ku carek taştêya Wanê xwar êdî hewce nabîne ku navrojê bixwe; ji bo ku ev taştê heta dana êvarê jî wana têr dihêle.

Geştyar Azîze Aslan jî dibêje: “Li Stenbolê jî ez çûme Qesra Taştê ya Wanê; lê ev tam û lezzet nebû bi rastî.”

Geştyar Ece Erkan jî wiha axivî: “Penîrê Wanê yê bi gîha, qawût, mirtoxe bi rastî jî gelek li min xweş tê, ev tam ne bawerim ku li bajarên cuda jî bi vê rengê bin, divê li Wanê were xwarin."

Geştyara bi navê Serpîl Alacalî jî anî ziman: “Wan bi taştêya xwe navdar e, dema dibêjin Wan ewil car penîrê wê, mastê wê, mirtoxa wê tê bîra min."

Taşteya Wanê van salên dawî ji aliyê gelek saziyên navdewletî ve xelatan distîne; herwisa di sala 1984an de  di heman demê de ji 51 hezar û 792 kesan re taştê hatibû amadekirin û wê salê taşteya Wanê ketibû Pirtûka Gûînesê ya Rekoran.

Li ser taşteya Wanê Pisporê gastronomiyê Faris Gul jî wiha axivî: “Penîreke xweş, hîngiveke xweş, mirtoxe, qawût, to, rûnê nivişk, rîçala me yê gulan, rîçala me ya gûzan ev hilberînên me li tu deverê cîhanê nînin û ev yek wisa dike ku ti bajarekî nikare bi me re rêkeberiyê bike. Li Amedê 7-8  cûr penîr datînin û ew penîr li her derê hene.”

Di van salên dawiyê de li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qesr û qonaxên bi navê Taşteya Wanê têne sazkirin û herwisa li hemû kafe û restorantan menuyê bi navê taşteya Wanê hatine vekirin; lê gotinek xelkê Wanê heye ku dibêjê "Taştê li Wanê Xweş e" ango ji bo vê tam û lezzetê bistînin divê hun li bajarê wanê bin.

Nûçeyên Têkildar

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Sêmalkayê jî hat girtin

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye
Kurdistan26-11-2026

KCK: Fesixkirina PKKyê destpêkeke nû ye

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin
Kurdistan26-11-2026

Deriyê Sînor ê Pişteyê yê li Helebceyê hat girtin

Pirsên