Qamişlo (Rûdaw) – Desteya Tendirustî ya Bakur û Rojihlatê Sûriyê 20 helatên nû yên tûşbûyên Koronayê ragihand ku 16 ji wan li Herêma Cizîrê ne 2 li Dêrazorê û 2 li Şehbayê ne. Hevserokê Desteya Karên Hindirîn Kenan Berkat jî dibêje li gor rewşê dikarin hinek biryarên nû li Rojavayê Kurdistanê bêne wergirtin.
Îro Çarşemê 5ê Tebaxa 2020an Desteya Tendirustiyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku 20 haletên nû yên Korona hatine tomar kirin û yek ji wan miriye.
Desteya Tendirustiyê diyar kir ku 16 haletên nû li Herêma Cizîrê, 2 li herêma Dêrezorê û 2 halet li herêma Şehbayê li bakurê Helebê hatine tomarkirin. Herwiha da zanîn ku nexweşekî Korona li Şehba jiyana xwe ji dest.
Berdevka Komîtiya Tendirustiya Kantona Qamişloyê Rojîn Ehmed ji Rûdawê re got: “Îro 20 helat hatine ragihandin 6 ji wan li Qamiślo bûn herwiha 2 li Şehba jî bûn ku yek ji wan yek mir yên din rewşa wan baş e.”
Li Herêma Cizîrê ji sibê pê ve bo heyama 14 rojan qedexeyeke seranserî ya çûn û hatinê dest pê dike ku navendên Rêveberiya xweser ên xizmetguzariyê û tendirustî li ser kar dimînin, herwiha cihên firotina xwarinê û norîngeh û nexweşxane jî ji bo dema çend demjimêran vekirî dimînin.
Dezgehên medyayê û ragihandinê û sazî û rêxistinên mirovî jî dê karê xwe berdewam bikin. Egera dirêjkirina qedexeyê jî heye.
Hevserokê Desteya Karên Hindirîn Kenan Berekat jî got: “Eger rewş baştir bû dibê ku biryarên din derkevin, em hêvî ji miletê xwe dikin ku pabendê rênimayiyan bibin û em naxwazin li ser vê yekê kesê ceza bikin.”
Hejmara ku îro li deverên di bin destê Rêveberiya Xweser de hatiye tomarkirin ya herî bilind e. Ji destpêka belavbûna vîuûsê ve ku tê de rewşên mirinê jî hate tomarkirin bi vî rengî 2 kes mirine û 2 kes jî başbûne.
Zêdebûna hejmara pêketiyên bi Koronayê li Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku li Sûriyê jî belavûna vê vîrusê zêdetir dibe.
Wezareta Tendirustiya Sûriyê îro ragihand, ku 45 rewşên nû yên pêketina bi COVID-19 li wî welatî hatine piştrastkirin û hejmara pêketiyan li wî weltî gihîştiye 892 kesan.
Li gor amarên heman wezaretê, heta niha 46 kes ji nexweşên Koronayê li Sûriyê jiyana xwe ji dest dane û 283 kes jî baş bûne.



