کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Xwandekara Kurd a ji Hesekê li ser asta Sûriyê bû yekem

Rengîn Şero

Rengîn Şero

10-08-2020
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye. Hinek caran jî diçe Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2013 li Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo cara yekem dest bi karê rojnamevanî kir. Xula perwerde û rahênana rojnamevanî û nûçegihaniyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dîtiye.

Rengîn Şero
Rengîn Şero10-08-2020

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê li Hewlêrê ye. Hinek caran jî diçe Rojavayê Kurdistanê.
Sala 2013 li Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo cara yekem dest bi karê rojnamevanî kir. Xula perwerde û rahênana rojnamevanî û nûçegihaniyê li Rûdawê ji aliyê rahênerên Ewropî ve dîtiye.

Nûçeyên Têkildar

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike
Kurdistan23-11-2026

Sûriye ji bo birîndar û şehîdên HSDyê ofîsekê vedike

Çavkaniyên Tirkiyeyê: Li Xakurkê 14 cihên PKKyê hatin valakirin
Kurdistan23-11-2026

Çavkaniyên Tirkiyeyê: Li Xakurkê 14 cihên PKKyê hatin valakirin

Li Hewlêrê ji bo rêlibergirtina lehiyê gaveke nû
Kurdistan23-11-2026

Li Hewlêrê ji bo rêlibergirtina lehiyê gaveke nû

Heseke (Rûdaw) - Li Herêma Cizîre ya Rojavayê Kurdistanê 10 kesan di ezmûnên pola 9an de, 310 ji 310an anîn, ji wan 2 Kurd bûn: Sîdra Ehmed Îdrîs ji Hesekê û Mihemed Elî Nîhad ji Qamişlo. Sîdra yek ji wan xwendekaran e ku li ser asta Sûriyê di pola 9an de bûye yekem û 310 ji 310an aniye. Sîdra dibêje: “Ez dixwazim bibim pizîşkek cerrah daku bapîrê xwe derman bikim.”

Sîdra Ehmed ji Rûdawê re behsa hewldanên xwe û sirra serkeftina xwe dike û dibêje, ew dixwaze bibe pizîşkekî cerrah daku bikare bapîrê xwe yê nexweş derman bike.

Sîdra wiha axivî: “Ez sibeha zû radibûm, diya min xwedê ji min re bihêle bang li min dikir û min jî, ez radibûm û min dixwand û heta ez diwestiyam. Weqtê min ê bêhnvedanê, bi heman awayê xwandina min bû, yanî eger min saetek bixwanda, 5 xûlek û eger du saetan xwandiba, nîv saet bû, yanî guncaw bû pê re. Min ji destpêkê ve ew nimre ji xwe re danîbû û serkeftin ji xwedayê mezin, şukur her tim bi me re ye. Ez dixwazim bibim doktorek cerrah, ji ber kalkê min. Kalkê min zext pê re heye, nexweşiyên dil pê re hene, ji bo wê jî dixwazim bibim doktora dil û herî zêde beşa cerrahiyê.”

Sîdra nûxuriya dê û bavê xwe ye, 4 keçên wan hene Sîdra ya mezin e. Ji malbatê giştî re neviya pêşiyê û kêfa destpêkê ye. Lewma Sîdra bi serkeftina xwe careke din cejn vejand û dilê malbatê bi serkeftina xwe xweş û geş kir.

Dayika Sîdrayê, Xada Osman dibêje, wan hewl dida rewşek guncayî bo xwandina keça xwe çê bikin, lê tekez dike, ku Sîdrayê gelek hewl da û serkeftina wê keda wê bi xwe ye. Dayika Sîdrayê got: “Hewldana wê bû feqîrê, tişta li ser me atmosfêrek aram me çê dikir, me serdan kêm kirin, yên dora wê feqîra wan jî digotin, kengê li ser xêrê Sîdra temam dibe, ku em vegerin weke berê. Ez vê keyfxweşiyê pêşkêşî her dayikekê dikim, kîjan dayikê ku zarokên wan hebin, ez vê keyfê didim wan. Ew keyfxweşiya ku bi keça min kete dilê min, bi îzna xwedê bikeve dilê wan dayikan jî.”

Bediya Beşîr, Dapîra Sîdrayê jî dibêjr: “Min nimêj kir, nema xewa min dihat. Min digot eyd e, min digot qey dunya ne weke dunyaya her roj e, ez gelekî keyfxweş bûm. Ew neviya min a ewil e, înşallah neviyên min ên din jî wisa bin. Ma ji wê zêdetir dê keyfa min bi çi bê.”

Li Herêma Cizîre ya Rojavayê Kurdistanê ji koma 13,780 xwendekaran 9,604an ew qonax derbas kirin.

Pirsên