Qamişlo (Rûdaw) - Gaz li Rojavayê Kurdistanê kêm bûye û êdî Wêstgeha Siwêdiyê ku mehane 400 hezar botlên gazê berhem tîne têra xelkê naçveyê nake.
Li Qamişlo xelk li pêşiya navendên belavkirina gazê bi dorê rawestiyane û dixwazin botlên gazê werbigirin. Rêvebirê Navendeke Gazê dibêje, ku ew bi rêya Rûdawê dixwaze bang li xelkê bike, ku qerebalixiyê çênekin, ji ber ku metirsiya koronayê heye û ciddî ye.
Pêwîstiya navçeyê bi milyonek botlên gazê heye. Lewma niha belavkirina gazê bûye bi rêya kartê. Her malbatek dikare mehê botlekê bidest bixe.
Welatiyê bi navê Seîd Osman gerek duh weslek birîba da ku îro gaz wergirtiba, lê wî nebirîbû. Ji bo ku qerebalixiya li ser wergirtina gazê kêm bibe biryara birîna weslan ketiye kar.
Seîd Osman ji Rûdawê re got: “Dibêjin tuneye, ev tenê yên ku tomar kirin e , ka ez çawa bikim divê biçim taxa Tey bi 4000 lîreyên Sûrî bînim, Xwedê zanê ku çi têde ye.”
Heftane pêwîstiya Qamişlo bi 12 hazer botlên gazê heye, lê gaz ji vê rêjeyê kêmtir tê. Bi taybetî heftiyê 2 caran tê. Her carekê jî 5000 hezar botl e, ji koma pêwîstiya mehane ya bajar ku 48 hezar botl in 40 hezar digihin. Berpirsên belavkirina gazê daxwazê ji xelkê dikin ku rênimayên xweparastinê li ber çav bigirin.
Berpirsê Belavkirina Gazê li Herêma Cizêrê Hisên Mihemed jî got: “Bangawaziyek me ji xelkê heye ku xwe biparêzên û rênmeyên xwe parastinê bistînin û gelek kom nebin.”
Gaza deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de ji îstgeha gazê ya Siwêdîye tê ku mehane herî zêde 400 hezar botlan berhem tîne, di demekê de ku pêwîstiya deverê bi 1 milyon botl heye. Rêveberiya Xweser hinek caran gazê ji Başûrê Kurdistanê dibe, niha jî kertek ji bo wergirtina gazê derxistiye.
Berpirsê Sotemeniyê li Herêma Cizîrê Ebdullah Ferho jî dibêje: “Halê hazir plana me ew e ku em kertê çêkin û her malbatek 1 botel werbigir e ku serê sedî 90 heya 95 jî sedî çareser bibe.”
Berî niha zeviya gazê ya Konîko li Dêrazorê jî kar dikir û guşareke wiha zêde li ser îstgeha Siwêdîye nebû, lê ji dema êrîşa DAIŞê ve, îstegaha Konîko ji kar ket û rewşa gazê roj bi roj ber bi xerabiyeke zêdetir ve diçe.



