Qamişlo (Rûdaw) – Li Rojavayê Kurdistanê beşek ji xelkê qedexeya derketina derve ya ji ber vîrusa koronayê wekî fersendekê dîtin, ku avahiyên ne yasayî lêkin û veşartî temam bikin.
Li navçe û bajarên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê diyardeya avahiyên ne yesayî derketiye holê, ku ne li gorî biryar û rênimayên şaredariyan û bê şert û mercên endiziyarî têne avakirin.
Li bajarê Hesekê şaredariya gel hejmarek cih û avahiyên ne yasayî rawestandin û ji ber ku ne li gorî yasayê ew avahî lêkirine, xwediyên wan avahiyan hatin cezakirin.
Endezyarên avahiyî saziyaê li bajarê Hesekê vê rewşa ne nesayî dispêrin rewşa aborî û piçûkbûna rûberên avahiyê, û dibêjin li yek kolanê bêhtirî 30 avahiyên mezin tê cêkirin û xizmetguzarî lê tine ye û bê zanebûn û rêxistin mal û avahî jî berfireh dibe.
Rûxseta avakirinê li gor sazkaran ji bo yek metre avahî 1200 lîreyên Sûrî tê wergirtin û hejmara xelkê ya zêde deriyê cêkirina avahiyên bê ser û ber belav bûye.
Sazkar Mehmûd Berkat amaje bi wê yekê dike ku ji ber kêm derfetiyê avahiyên neyasayî ava dikin.
Li bajarê Hesekê şaredariya gel hejmarek cih û avahî rawestand û xwediyên wan avahiya rastî cezayên madî hatin, ji ber li gorî bûroya çavdêriya avahiyan li şaredariya gel wan kesên hatin cezakirin lêkirina xaniyan ne li gor qoçan û biryarên fermî tê avakirin.
Rêjeyek ji niştecihên li herêmê ji rewşa qedexeya derketinê ji ber vîrusa korona fersend dîtin kû avahiyên xwe lêkin û bi veşartî dewam bikin, lewma di mehekê de beşê rojava ji şaredariya Hesekê zêdeyî 20 binpêkirin tomar kirin.
Li bajarên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de xelk ji gelek parêzgehên sûriyê lê bi cih bûne û ev yek zêdebûna daxwezê li ser avahî û xaniyan çê dike û bi nirxên giran jî tên kirîn û firotin.



