Reqa (Rûdaw) - Li gundewarên bajarê Reqayê yê di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 58 kampên bêserûber hene, di wan kampan de nêzîkî 75 hezar koçber dijîn, piraniya koçberan jî xelkê Girê Spî, û gundewarên wê û Eyn Îsa ne.
Li Kampa Til El-Semin ya Reqayê rêxistinên mirovî her 2 mehan carekê alîkariyan pêşkêş dikin, koçbereke Kampê dibêje, gelek caran ji ber ku qalîtiya alîkariyan kêm e, koçber bi jehrê dikevin û nexweş dikevin.
Bijîşka ciwankariyê, mîna bi hezaran koçberên di çadirekê de ye. Diktora Wefa Paşa ji pêkhata Suryan Çerkez e û ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdaran, ji gundewarên Silûk ya Girê Spî Koçber bûye û bi neçarî li Kampa Til El-Semin bi cih bûye.
Dr.Wefa Paşa ji kêmbûna alîkarî û desteka mirovî bi gazin e û dibêje: “Rêxistinên mirovî alîkariyan, her ji du mehan carekê li koçberên vê kampê belav dike, hinek cûreyên xwarinê jî qalitiya wan nebaş bû û rewşên jehiriyê li nava kampê rû dan.
Rêveberiya Xweser hin alîkariyên mîna xwarinê li koçberan belav dike, lê têra wan nake û bireke mezin a koçberan bêpar dimînin
Rêveberê Kampê Mihemed Şêx Elî jî dibêje, alîkariyên ku rêxistinên mirovî pêşkêş dikin gelek kêm in, tiştê ku pêşkêş dikin li ser xelkê kampê tên belavkirin.
Ofîsa Karûbarên Kamp û Koçberan aa Reqayê ragihand ku li gundewarê wî bajarî 58 kampên bêserûber hene ku hawêr 75000 koçberî di wan de dijîn, bi seba êrişên artêşa Tirkiye sala 2019an , xelk ji gundewarên Girê Spî û Eyn Îsayê derbeder bûn û berê xwe dane wan kampan.


