کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Parlamentoya Tirkiye  derbarê tundûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de dicive

Parlamentoya Tirkiye derbarê tundûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de dicive

TIRKIYE

Parlamentoya Tirkiye derbarê tundûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de dicive: HDP û AKP beşdar nabin

Dildar Herkî

Dildar Herkî

26-07-2022
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Dildar Herkî
Dildar Herkî26-07-2022

Nûçeyên Têkildar

Astengdar daxwaza budceyeke dadperwerane dikin
TIRKIYE28-11-2026

Astengdar daxwaza budceyeke dadperwerane dikin

Li Stenbolê 'Foruma Şerq 2026' dest pê kir
TIRKIYE28-11-2026

Li Stenbolê 'Foruma Şerq 2026' dest pê kir

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin
TIRKIYE28-11-2026

Felah Mistefa: Divê gelên herêmê bixwe biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenetoya Tirkiye li ser daxwaza Partiya Gel Komarî (CHP)  1ê Tebaxa 2022ê derbarê tûndûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê civîneke awarte saz dike, lê AK Partî û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihandin ku ew beşdarî runiştina wê civîna Parlamentoyê nabin.

Parlamenterê CHPê Ozgur Ozel derbarê tedbîrên rûbirûbûna tûndûtîjiya li ser karmendên tendirûstiyê de banga civîneke awarte li Serokê Parlamentoya Tirkiye kiribû.

Serokê Parlamentoya Tirkiye Mustafa Şentop piştî vê daxwaza  CHPê roja Duşemê demjimêr 15.00ê de banga civînê li Desteya Giştî ya Parlamentoyê kir.

Li ser banga Şentop ji bo civîna Parlamentoyê pêwîstî bi 200 parlamenteran heye lê HDPê û AKPê ragihandin ku ew beşdarî civînê nabin.

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê Meral Danişbeştaş piştî daxuyaniya Serokê Parlamentoyê diyar kir ku partiya wan beşdarî civînê nabe û got “Helwêsta me ya li beramber tûndûtîjiya di tendirûstiyê de zelal e. Divê hemû partî li ser yasayekê li hev bikin. Diviyabû derbarê yasayê de CHPê ligel me gotûbêjek pêk anîba. Ji ber ku ev yek li ber çav negirt em vê daxwazê red dikin.”

Wekîlê Serokê Firaksiyona AKPê Mahîr Unal jî îro 26ê Temûza 2022ê bi heman awayî ragihand ku partiya wî jî beşdarî civînê nabe û got: “Wezareta me ya Tendirûstî û Navxwe hewla rûbirûbûna tûndûtîjiya li dijî karmendên tendirûstiyê didin. Em beşdarî civîna Duşemê nabin. Em rê nadin ku ew xebatên em dikin, weke amûreke siyasî bên bikaranîn. Ev bangawazî bêyî şêwra ligel ti aliyekê hatiye kirin. Şêwir ligel hevpeymanên xwe jî nekirine.”

Pizîşkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek caran ji aliyê nexweş an jî kesûkarên wan ve rûbirûyê tûndûtîjiya fîzîkî dibin û meha derbasbûyî li bajarê Konya yê Tirkiye pizîşkek li ser karê xwe ji aliyê kesûkarê nexweşekê ve li ser karê xwe bi çekê hatibû kuştin ku ev yek ji sedemên sereke yên koça pizîşkan e.

Pizîşkên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê heta niha ji bo başkirina şert û mercên xwe yên kar û derxistina yasayeke rûbirûbûna tûndûtîjiya li beramber wan çendîn car çalakî kirine û dest bi grevê kirine. Lê heta niha desthilatê AKPê ti pêngavek berdest bo pizîşkan neavêtiye.

Pirsên