کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duyemîn karwana alîkariyan li Efrîn û Cindresê belav kir

Horvan Rifet

Horvan Rifet

14-02-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Horvan Rifet
Horvan Rifet14-02-2023

Nûçeyên Têkildar

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê: Yekîtiyê biparêzin
Kurdistan27-11-2026

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê: Yekîtiyê biparêzin

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze
Kurdistan27-11-2026

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Em dê ji bo parastina Başûr bibin Pêşmerge
Kurdistan27-11-2026

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Em dê ji bo parastina Başûr bibin Pêşmerge

Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî duyemîn karwana alîkariyê derbasî Rojavayê Kurdistanê kir û 620 çadir, 16 hezar betanî û pêdiviyên sereke li şêniyên Efrîn û Cindirêsê hatin belavkirin.

Nûnerê gelê Efrînê Ehmed Hesen ji Rûdawê re got "Ev pêdiviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek pêwîst in, bi taybetî çadir, betanî, xwarin, vexwarin û pêdiviyên zarokan û herwiha derman, ji bo gelê me yê Efrîn, Cidres û gundên derdorê gelekî girîng bû."

Endamê Meclîsa Gel a Efrînê Dr.Ehmed Yûsif dibêje “Em spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku di nava me de cih girt û weke yekem karwanê alîkariyê gihişte deverên azadkirî yên Sûriyê. Ew bi hemû alîkariyê hatin û bi mirovên ji hemû miletan re rawestiyan. Alîkariya derûnî, tibbî û çi pêwîst bû anîn.”

Karwanê otombîlên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ber bi deverên ku herî zêde ziyan dîtine çûne, lê ji ber qerebalixiya xelkê, hêzên asayîşê gule berî esman dan daku bi selametî alîkariyan belav bikin. Ekîban heta danê êvarê belavkirina alîkariyê ji bo mexdûrên Cindirêsê dewam kir.

Nişteciha Cindirêsê Nedwa Husên bi girî ji Rûdawê re got “Erdhej çêbû, xanî bi ser me de rûxiya. Em heta sibehê li ber baranê man. hecî digiriya ti kes nebû ku wî derxe. Kesek me tinebû.”

Biryare di rojên bê de hejmarek din karwanên alîkariyên mirovî û tîmên tenduristiyê yên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bigihin Efrîn û Cindresê û li ser mexdûrên erdhejê bên dabeşkirin.

Pirsên