کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Kurdistan

Li Cindirêsê û Efrînê ji ber erdhejê zêdetirî 5 hezar malbatan li kolanan dimînin

Horvan Rifet

Horvan Rifet

16-02-2023
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Horvan Rifet
Horvan Rifet16-02-2023

Nûçeyên Têkildar

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê: Yekîtiyê biparêzin
Kurdistan27-11-2026

Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê: Yekîtiyê biparêzin

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze
Kurdistan27-11-2026

Nadine Maenzayê ji Washingtonê xwest mafên Herêma Kurdistanê biparêze

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Em dê ji bo parastina Başûr bibin Pêşmerge
Kurdistan27-11-2026

Xelkê Rojavayê Kurdistanê: Em dê ji bo parastina Başûr bibin Pêşmerge

Hewlêr (Rûdaw) - Deşta di navbera Cindirêsê û Efrînê de bûye warê penaberên ku ji ber erdheja 6ê Sibatê koçber bûne. Zêdetirî 5 hezar malbat li kolanan dimînin.

Penabera Ereb a li Efrînê Nesrîn Mihemed got, “Bi Xwedê em di rewşeke pir xerab de ne em çi bikin zarokên me yên biçûk hene, 4 zarokên min hene. Keça min jî pênc zarokên wê hene.”

Li ser rêya di navbera Cindirês û Efrînê de kampek ji bo penaberan hatiye avakirin û 400 malbat tê de hatine bicihkirin û kon hatine vedan lê heta niha ji 400 malbatan re kon nehatiye vedan.

Penaberê Ereb ê li Efrînê Hesen Casim anî ziman, “Ez bi diya xwe, jina xwe û keça mamê xwe re li vir dimînim, ev çar roj in em li erdê radizin. Konên me nînin, 400 kes û malbat li vir in û konên me nînin. Em bi ku de biçin? Em li vir dijîn û ji bo germkirinê tiştan dişewitînin. Em her dibêjin dê îro û sibê werin û nizanim dê çi bibe û kengê were.”

Li kolanên Cindirêsê jî xelk ji ber tirsa hilweşîna xaniyên xwe li kolanan dimînin lê piraniya wan kon wernegirtine.

Şêniyê Cindirêsê Ezlî Subhî dibêje, “Em hemû li cadeyan in. Cîranên me jî hemû li cadeyan in û cihê ku em biçinê nemaye û kes jî alîkariya vî xelkî nake.”

Ji ber erdheja 6ê Sibatê tenê li Cindirês û Efrînê hezar û 250 avahî hilweşiyan û gelek kes jî bê mal man.

Pirsên