کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Salona wezişê ya ku Şaredariya Şemsûrê vekiriye / Wêne: Ji vîdeoyê

Salona wezişê ya ku Şaredariya Şemsûrê vekiriye / Wêne: Ji vîdeoyê

Kurdistan

Şaredariya Semsûrê ji bo jinan 'Navenda Jiyana Bitendurist û Werzişê' vekir

Mihemed Emîn Demir

Mihemed Emîn Demir

08-07-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Mihemed Emîn Demir
Mihemed Emîn Demir08-07-2026

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Semsûra Bakurê Kurdistanê ji bo jinên bajêr "Navenda Jiyana Bitendurist û Werzîşê" vekir.

Armanca vekirina vê navendê zêdekirina kalîteya jiyanê, bipêşxistina werzişê û dabînkirina jiyaneke bitendurist e.

Jin li vê derê bêyî ku ti pere bidin dikarin werzişê bikin.

Ew her wiha li navendê piştgiriya tenduristî û derûnî jî werdigirin.

“Min di mehekê de 5 kîlo dan”

Murşide Çelîk a ku serdana vê navendê dike, kêfxweşiya xwe wiha tîne zimên:

“Ez beriya du salan çûme navendên taybet. Tevî ku min gelek pere dan jî bawer bikin ti encam bi dest neket.

Paşê xebera min ji vê Navenda Werzişê ya Şaredariya Semsûrê çêbû. Ez hatim vir û min di mehekê de 5 kîlo dan.”

Jinên ku diçin navendê, ji aliyê pispor û şêwirmendên jin ve piştgiriya tenduristî werdigirin û li gorî bernameya wan tevdigerin.

Piştgiriya laşî û derûnî

Arzu Bozat Yavuzê jî qala guherînên di jiyana xwe de kir û got:

“Kîloyên min gelekî zêde bûn û ez nikarîbû bimeşiyama. Piştî erdhejê êdî cihên meşê jî kêm bûn.

Piştî ku ez hatim vê derê, ez hem ji aliyê derûnî û hem jî ji aliyê laşî ve baştir bûm. Ev der ji bo min gelekî baş bû.”

Şaredariya Semsûrê di çarçoveya xebatên şaredariya gel de, ji bo zarokan jî xizmetên belaş pêşkêş dike.

Her wiha di warê aborî û piştgiriya civakî de jî gelek projeyên din ên şaredariyê hene ku ji bo xizmeta gel hatine amadekirin.

Nûçeyên Têkildar

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin
Kurdistan19-11-2026

Li Amedê 55 koçber hatin desteserkirin

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin
Kurdistan19-11-2026

Li Efrînê 36 cihên şûnwarî hatine wêrankirin

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn
Kurdistan19-11-2026

Li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya berf û baranê hat dayîn

Pirsên