کوردیKURDÎENGLISHTÜRKÇEعربي
Rudaw Logo
Zindî
KURDISTAN
ROJHILATA NAVÎN
DiasporaCÎHANABORÎHEVPEYVÎNNÊRÎNÇAND Û HUNERWERZIŞTENDURISTÎMULTÎMEDYABERNAMEBELGEFÎLM
Zindî
Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya Nepenîtiyê•Şertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Rudaw

Sepana Rûdawê daxe

App StoreGoogle Play
Polîtîkaya NepenîtiyêŞertên Bikaranînê

© 2026 Hemû maf tên parastin.

Lîstikvanên Amedsporê / Wêne: Arşîv

Lîstikvanên Amedsporê / Wêne: Arşîv

Werziş

Amedspor îro derdikeve pêşberî Kasimpaşayê: Armanc 3 puan in

Saman Wilatjêrî

Saman Wilatjêrî

06-09-2026
Guhdarî bike
0:00
0:00
Mezinahiya Nivîsê
Saman Wilatjêrî
Saman Wilatjêrî06-09-2026

Nûçeyên Têkildar

Tîma Senharîbê ya Dihokî bû şampiyona Rojavayê Asyayê
Werziş28-11-2026

Tîma Senharîbê ya Dihokî bû şampiyona Rojavayê Asyayê

Amedspor li Dîlokê bi golên Gift Orban bi ser ket
Werziş28-11-2026

Amedspor li Dîlokê bi golên Gift Orban bi ser ket

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê
Werziş28-11-2026

Amedspor îro dibe mêhvanê Gaziantepsporê

Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Ameda Bakurê Kurdistanê Amedspor dixwaze encamên xwe yên baş bidomîne. Amedspor dê di maçeke girîng de li derveyî stadyuma xwe derkeve pêşberî tîma Kasimpaşayê.

Di çarçoveya hefteya 4em a Lîga Super a Tirkiyeyê de, Amedspor dê saet 17:00an li Stadyuma Recep Tayyîp Erdogan a li Stenbolê bibe mêhvana Kasimpaşayê.

Armanca Amedsporê ew e ku serkeftineke din tomar bike.

Serkeftina dîrokî moral da lîstikvanan

Tîma kesk û sor di maça xwe ya borî de serkeftineke dîrokî tomar kir û 2-1 zora Trabzonsporê bir.

Vê serkeftinê moralê lîstikvanên Amedsporê gelekî bilind kir û baweriya tîmê jî zêdetir kir. Îro çavê tîmê li sê puanên nû ye.

Kasimpaşa qet têk neçûye

Kasimpaşayê di sê maçên xwe yên borî de 2 wekhevî û serkeftinek bi dest xistine û qet têk neçûye.

Kasimpaşa tîmeke Stenbolê ye. Ew dixwaze ji stadyum û alîgirên xwe sûdê wergire da ku serkeftina xwe ya duyem a vê sezonê tomar bike.

Rewşa Amedsporê ya li lîgê

Amedspor roja şemiyê ji Amedê gihîşt Stenbolê û tîmê xwe bi başî ji bo maçê amade kiriye.

Lê îhtimal heye ku êrişberê tîmê Yira Sor ji ber seqetbûnê tevlî vê maçê nebe.

Amedspor di sê maçên xwe yên borî yên Lîga Super de, li hemberî Erzurumspor û Trabzonsporê bi ser ketiye lê li hemberî Kocaelisporê têk çûye.

Amedspor xwediyê 6 puanan e û dixwaze li hemberî Kasimpaşayê bi ser bikeve.

Pirsên