Sîstema siyasî û pêvajoya desthilatê ya li Herêma Kurdistanê, tevî hebûna saziyên hilbijartî û parlamentoyê, di bingeha xwe de sîstema du partiyan e ku ji hêla Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ve tê birêvebirin.
Ev modela desthilatê, li derveyî metnên destûrî û qanûnî, xwediya komeke "qanûn û bingehên nenivîsandî" ye ku wekî yasayên mekanîzmaya desthilatê ji bo pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê ne.
Ev qanûn ne pareke ji demokrasiyê ne û ne jî pareke ji yasa û bingehên destûrî ne lê belê ji bo şêweya desthilatê wekî qanûn û prensîban in; bi awayekî ku her derketineke ji vê şêweyê pirsgirêkên sereke ji bo tevahiya pêvajoya siyasî çêdike.
Di vê şîroveyê de em dê qala 5 taybetmendî û bingehên sereke yên vî cureyê modela desthilatê ya li Herêma Kurdistanê bikin ku rengvedana rewşeke tal û encameke neyînî ye li ser tevahiya pêvajoya demokrasiyê û berjewendiya giştî lê di heman demê de rastiyek e û em neçar in wê qebûl bikin.
Raçavnekirina encamên hilbijartinan û bikaranîna vetoya têkbirina desthilatê
Wekî ku diyar e, di sîstemên demokratîk ên cihgirtî de hejmara kursiyên parlamentoyê ji bo pêkanîn an guhertina hikûmetê pîvana diyarker e lê di rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de hevsengiya hêzê û pîvana desthilatê bi hejmara kursiyan nayên diyarkirin.
PDK û YNK, ji ber serdestiya xwe ya leşkerî, ewlehî û aborî ya li ser navçeyên di bin desthilata xwe de (ku di warê siyasî de wekî herêma zer û kesk tên naskirin), di pêvajoya siyasî de her tim xwedî mafê vetoyeke nenivîsandî ne.
Ev her du hêz dikarin di her kêliya ku bixwazin de pêvajoya pêkanîna hikûmetê asteng bikin an karên hikûmetê bidin rawestandin, bêyî ku guh bidin ka kîjan alî di sindoqên dengdanê de serkeftiyê yekem e.
Vê yekê wiha kiriye ku saziyên rewa bibin dîlên peymanên dualî yên partiyan, ne yên îradeya dengdêran.
Rawestandina mixalefeta siyasî
Yek ji diyardeyên herî berbiçav ên vê modelê bêbandoriya hêzên mixalefetê ye; ango gava nakokî û qeyran dikevin navbera her du partiyên desthilatdar, mixalefeta siyasî ya li Herêma Kurdistanê şiyana her cure tevgeran ji dest dide, xwe bêalî dike û ji karê mixalefeta siyasî dikeve.
Wekî mînak, hêzên li derveyî xeleka van her du partiyan di dema qeyranan de di navbera tirs û bêhelwestiyê de dimînin, wekî ku niha li holê ye. Vê rewşê hêzên mixalefetê bêqîmet û bêbandor kirine, bi awayekî ku hebûn û nebûna wan di hevkêşeya siyasî de ti guhertinê çênake.
Bipaşguhxistina raya giştî
Siyaset li Herêma Kurdistanê ber bi wê ve diçe ku bibe modeleke bi temamî "elîtîst" (bijarte) û di ser civakê re.
Di dema derketina qeyran û nakokiyan de, yan di dema rûniştin û dan û standinên di navbera PDK û YNKyê de, tiştê ku ti rol û amadebûna wî nîne, raya giştî û liberçavgirtina berjewendiya xelkê ye.
Biryarên siyasî û arasteya hevrikî û nakokiyan bi temamî ji faktora welatiyan û hesabkirina ji bo kolanê qut bûne.
Ev her du hêz, çi di dema parvekirina desthilat û samanê de be û çi jî di dema nakokiyan de be, tenê ji bo parastina berjewendiyên partiyên xwe tevdigerin; vê yekê wiha kiriye ku pêvajoya siyasî ya li Herêma Kurdistanê rewatî û razîbûna civakî heta asteke mezin ji dest bide û di heman demê de baweriya xelkê ya bi desthilata siyasî û pêvajoya desthilatê di asta herî nizm de be.
Nakokiyên di çarçoveya lîstika winda-winda (Lose-Lose Game) de
Ji perspektîfa "Teoriya Lîstikê" (Game Theory) ya di zanista siyasetê de, nakokiyên di navbera PDK û YNKyê de her tim li ser bingeha lîstika "sifirî" ne, ku tê de aliyek serkeftiyekî mutleq û aliyê din jî têkçûyekî mutleq be lê di rastiyê de ezmûna dîrokî ya nakokiyên van her du aliyan selimandiye ku rûbirûbûnên wan ên demdirêj her tim lîstikeke "winda-winda" ne.
Piştî derbasbûna qonaxeke dijwar a aloziyan, rawestandina pêvajoya desthilatê, xerckirina vala ya demê, xerckirina vala ya sermayeya niştimanî û enerjiya civakê, her du alî neçar dibin vegerin xala destpêkê û li ser maseya gotûbêjan li hev bikin.
Bi vî şêwazî, ti kes ji wan nabe serkeftiyê dawî; di vê navberê de yên ku bi dijwarî zererê dibînin û bacê didin, xelkê Kurdistanê û pêgeha destûrî û aborî ya Herêma Kurdistanê ya li ser asta navxwe û herêmî ne.
Du partiyên nakok, di heman demê de wekhev
Ji aliyê pêkhate û sîstemê ve, PDK û YNK xwedî pêwendiyeke organîk a aloz in ku dikare wekî "jiyana hevpar a neçarî" (obligate symbiosis) were binavkirin.
Dibe ku di warê teorîk de YNK aliyên din ên siyasî ji PDKyê baştir bibîne da ku desthilata navçeyên di bin birêvebiriya "zer" de bi wan re parve bike (her çend di rastiyê de ev yek gelekî zehmet be jî) lê ji bo Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), di vê qonaxê de ti alternatîveke ji YNKyê guncavtir nîne da ku desthilata navçeya kesk an tevahiya Herêma Kurdistanê pê re parve bike.
Sedema vê jî ew e ku tevî nakokiyên kûr ên PDK û YNKyê, ev her du partî ji aliyê modela partîzaniyê, şêwazê birêvebirinê, sîstema darayî û mezinahiya ji aliyê hêza çekdar û ewlehiyê ve jî li gorî her partiyeke din a li qada siyasî ya Herêma Kurdistanê gelekî bêhtir dişibin hev.
Vê wekheviya pêkhateyî wisa kiriye ku di dawiya hemû nakokiyan de her du alî, piştî gereke dirêj a nakokiyan, bi neçarî dîsa hev qebûl bikin.
Bi kurtî, di qonaxa niha ya desthilata li Herêma Kurdistanê de pîvan ne encama kursiyên hilbijartinê ye, belkî encama hişmendiya hêzê û berjewendiya du partiyan e, ne hişmendiya sazîbûn û demokrasiyê.
Nebûna giraniya dengê dengdêran, rawestana mixalefetê û windabûna berjewendiya giştî di navbera qeyranên dubare yên PDK û YNKyê de wê rastiyê dupat dikin ku pêwîstiya şêwazê siyasî û birêvebiriyê yê Herêma Kurdistanê bi reformeke bingehîn û dariştina peymaneke nû ya civakî û siyasî heye; eger na, berdewamiya li ser vê modelê, bi pîvana lîstika "winda-winda", ne tenê desthilatê, belkî di dawiyê de "statuya Herêma Kurdistanê" bi xwe jî rûbirûyî metirsiya man û nemanê dike.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)



